​​​​​​​Rojnameyên erebî: Iraqî der barê serdanên Hakan Fidan de bi fikar in

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa tevgerên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraqê û destwerdanên wê li Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Iraqî der barê serdanên Hakan Fidan de bi fikar in
10 cotmeh, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SERDANÊN LI SER HEV ÊN HAKAN FÎDAN, IRAQIYAN MAT DIHÊLE’

Têkildarî serdanên misteşarê MÎT`a Tirk ji bo Iraqê rojnameya El Ereb nivîsî: “Serdanên li ser hev ên serokê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan bo Iraqê, aliyên siyasî yên Iraqê mat dihêle. Piştî kêmî mehekê li ser sardana wî bo Bexdayê, hefteya borî wî serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kir û bi Eniya Tirkmen a Iraqê re civiya.

Malpera Media News bi bîr xist ku serdana Fîdan bo Hewlêrê hemwextî kuştina aktîvîsta jin a Kurd Nagîhan Akarsel bi gulebarandinê li Silêmaniyê pêk hatiye.

Çarçoveya Hemahengiyê ya Iraqê banga vekirina lêpirsînê kir. Endamê çarçoveyê Turkî Zêdan got serdan bêyî agahdarkirina hikumeta navendî ya Iraqê hatiye organîzekirin.

Malpereke nûçeyan ragihand ku serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Lahûr Talebanî gotiye ku Tirkiye û Îran siyasetên yekalî li dijî Kurdistanê dimeşînin û jin û zarokan dikin hedef. Talebanî her wiha bang li hikumeta navendî û saziyên navneteweyî kir ku li hember topbarankirina herêmên sivîlan ji aliyê Tirkiyê ve, xwedî helwest bin.

Misteşarê MÎT`ê Hakan Fîdan di nîvê Îlonê de serdana Bexdayê kiribû û serokê Hevbendiya Serdestiyê ya sunnî Xemîs El Xencer dîtibû.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, di heman serdanê de Fîdan bi serokê Iraqê Berhem Salih û serokwezîr Mistefa Kazimî re civiyabû û bang li desthilata fermî ya Iraqê kiribû ku piştevaniyê bidin hebûna Tirkiyê û operasyonên wê yên leşkerî li Iraqê.

Êzidiyên li Şengalê wê demê serdan şermezar kiribû û gotibû hemwextî topbarankirina gundekî ji aliyê Tirkiyê ve, pêk hatiye.

Çavdêr dibêjin ku serdanên Hakan Fîdan nîşan didin serweriya siyasî ya Enqereyê li Iraqê zêdetir bûye.

Serdanên Fîdan hemwextî aloziya siyasî ya ji beriya salekê ve pêk tê ku aliyên siyasî yên Iraqê nikarin li ser avakirina hikumetê li hev bikin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên di Hezîranê de bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kiribû ku biryarekê derxe ku Tirkiyê neçarî vekişandina hêza xwe ya leşkerî ji Iraqê bike.”

‘MISIR-YEWNANISTAN LIHEVKIRINA DI NAVBERA EL DEBÎBE Û TIRKIYÊ DE RED DIKIN’

Têkildarî destwerdana dewleta Tirk a dagirker di kar û barên Lîbyayê de jî, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Misir û Yewnanistanê muzakereya di navbera hikumeta El Wehde ya demkî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe û Tirkiyê de ya der barê enerjiyê û vekolîna petrol û gazê li Deryaya Spî, red dikin. Di heman demê de serokê hikumeta Îstiqrarê Fethî Başaxa hêzeke derve ku bi nav nekir, tawanbar kir ku nahêle ew bikeve paytext Terablusê.

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî duh di dema pêşwazîkirina hempîşeyê xwe yê Yewnanistanê Nikos Dendias got: “Hikumeta El Debîbe ku dema wê bi dawî bûye, ne rewa ye û nikare lihevkirinên wiha îmze bike. Ev lihevkirin ne li gorî peymanên NY`yê ye û ev hikumet nikare lihevkirinên ku gefê li têkiliyên derve yên Lîbyayê dixwe, pêk bîne.”

Dendias got ev lihevkirin gefê li îstiqrar û ewlehiyê li Deryaya Spî dixwe û destnîşan kir ku Terablus li vê herêmê ne xwedî serwerî ye. Dendias piştrast kir ku ev lihevkirin ne qanûnî ye û nayê qebûlkirin.”