​​​​​​​Dagirkeriya Tirk carek din Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de carek din navçeya Eyn Îsayê, rêya M4 û gundewarê bajarê Girê Spî ya dagirkirî topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk carek din Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî topbaran dike
10 cotmeh, 2022   06:41
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navenda navçeya Eyn Îsayê, gundewarê wê yên rojhilat û rojava, rêya M4 û gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi çekên giran topbaran dike.

(cx)

ANHA