QSD: Dagirkeriya Tirk êrişa xwe ya hovane ya li dijî Eyn Îsa didomîne

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên rojane û yên hovane li dijî bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê didomîne. Îro bi 60 topan bajarokê Eyn Îsa, rojava û rojhilatê wê kiriye hedef û di encamê de zirar gihaştine mal û milkên welatiyan.

QSD: Dagirkeriya Tirk êrişa xwe ya hovane ya li dijî Eyn Îsa didomîne
9 cotmeh, 2022   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên rojane li dijî herêmê didomîne. Îro bi 60 topan bajarokê Eyn Îsa, rojava û rojhilatê wê kiriye hedef û di encamê de zirar gihaştine mal û milkên welatiyan.

Topbaran îro saet di 15:00`an de dest pê kir û hîna didome. Dagirkeriya Tirk di van êrişan de taxên bajarokê û gundên li rojhilat û rojavayê wê, gundên rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî dike hedef.

Li bajarokê Eyn Îsa, gundên li rojava û rojhilatê wê zêdetirî 40 hezar welatî û her wiha gelek koçberên Girê Spî dimînin.”