Jinên ciwan: Em ê li her cihî agirê şoreşê vêxin û rêbertî azad bikin

Di salvegera 24ʹan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê soza xurtkirina têkoşînê  heta azadkirina fîzîkî ya rêber Ocalan û got: "Bi vîn û rêxistinê em ê li her cihî agirê şoreşê vêxistin û rêbertî fîzîkî azad bikin."

Jinên ciwan: Em ê li her cihî agirê şoreşê vêxin û rêbertî azad bikin
9 cotmeh, 2022   11:46
TEBQA

Bi boneya salvegera 24ʹan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê li ber navenda xwe kom bûn û daxuyanî da. Endama rêber a yekitiyê Beyda El Xidir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate got: "Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê û her jineke azad, di salvegera komploya qirêj a li dijî ronahiya azadiya mirovahiyê Abdullah Ocalan de, em li vir kom bûne û dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin.

Dewletên faşîst, bi taybet dewleta Tirk a dagirker çi bike jî nikare li hemberî îradeya jina azad bisekine. Zîlan, Viyan, Zekiya, Sara û Rûken bi fedabûn û wêrekiya xwe mîna wan li cîhanê nehatin dîtin, hîna dibêjin, piştî 24 salan di ser revandina rêbertî re, bêyî wî jiyan nabe, gel û jin ne bi azadkirina fîzîkî ya rêbertî be razî nabin."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcên hovane yên li dijî jinan ku ji aliyê sîstemên dewletên kapîtalîst ve, bi taybet dewletên komploger  têne kir û hate gotin: "Ev hêz ramanê rêbertî wekî xetereyekê li ser berjewendiyên xwe dibînin, ji ber vê yekê komplo pêk anîn, texmîn dikirin ku ew ê bi vê komployê agirê şoreşê vemirînin û têkoşîna jinan rawestînin."

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li ser jinên têkoşer hate kirinû hate gotin: "Li Îranê jin bi hinceta ku qanûnên exalqê yên Îranê bin pê dikin, dikin hedef. Jîna Emînî jî mînake . Her wiha jinên lêkolîner ên ku zanista jiyana azad belav dikin, wekî endama Akademîya Jineolojî Nagîhan kirin hedef. Lê dewletên faşîst nikarin li hemberî îradeya jinan bisekinin. Heger rêbertî fîzîkî dûr xistibin jî nikarin fikr û felsefeya wî ji gelê wî dûr bixin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Bi îrade, rêxistin û perwerdeyê em agirê şoreşê li her cihî vêxin heta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin."

ANHA