QSD`ê: Îdiayên şehîdxistina 8 şervanên me ji rastiyê dûr in

QSD`ê got, îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehîdxistina 8 şervanên wan di 8 û 9`ê Cotmehê de ne rast in.

QSD`ê: Îdiayên şehîdxistina 8 şervanên me ji rastiyê dûr in
9 cotmeh, 2022   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser Twitterê wiha got:

“Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di rojên 8 û 9`ê Cotmehê de daxyanî dan û îdia kirin ku di van rojan de 8 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ji rastiyê dûr in.”