Şêxê eşîra El Sade El Hiyaliyîn bi rêya ajansa me qala komploya navneteweyî dike

Şêxê eşîra El Sade El Hiyaliyîn a li Sûriyê Şêx Elaedîn Bin Şêx Ehmed beşdarî bernameyeke taybet a ajansa me dibe, qala komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û fikr û felsefeya wî dike ya ku hemû gel li ser bingehê rizgariya zilm û koletiyê û bidestxistina azadiyê kom kirin.

Şêxê eşîra El Sade El Hiyaliyîn bi rêya ajansa me qala komploya navneteweyî dike
9 cotmeh, 2022   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de hate dîlgirtin 24 sal temam kirin. Lê belê hêzên komploger komployê bi rê û rêbazên nû komployê nû dikin.

Rêber Ocalan di felsefeya xwe de banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike ku bibe metoda jiyanê di navbera pêkhateyên herêmê û neteweyên cuda de ku xwe bispêrin rêgeza neteweya demokratîk.

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêkhateya Ereb li Sûriyê fikr û felsefeya rêber Ocalan ji nêz ve nas kir û ew wek rêya yekane ya xelasiya ji gelek krîzên civakî li Rojhilata Navîn girtin dest.

Vê êvarê, Şêx Elaedîn Bin Şêx Ehmed bi rêya bernameyeke taybet a ANHA’yê li ser komployê û girîngiya fikirê azad li Rojhilata Navîn re diaxive.

Bername saet di 19:00’an de li gorî Qamişloyê tê weşandin û li ser van lînkan dikarin bişopînin:

https://www.facebook.com/hawarnews

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

ANHA