Li Yemenê teqîn; 4 leşkerên yemenî hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn

Rêxistina El Qaîdeyê li parêzgeha Ebîn a başûrê Yemenê du teqîn pêk anîn, di encamê de 4 leşkerên hêzên başûr ên hikumeta Yemenê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li Yemenê teqîn; 4 leşkerên yemenî hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
9 cotmeh, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya giştî ya rojhilatê gerînendetiya Modiye ya parêzgeha Ebîn a ser bi Deryaya Ereban ve du teqîn pêk hatin. Teqîn hemwextî amadekariyên hêzên başûr a destpêkirina qonaxa 4’emîn a operasyona leşkerî ya "Sîham El Şerq" rû dan.

Çavniyekî leşkerî ji tora “El Eyn” re got, du mayînên rêxistina El Qaîde ya terorîst bi dewriyeyên hêzên başûrê de li têketina Wadî Omeran a rojhilatê gerînendetiya Modiye li herêma Ebînê, teqiyane.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 4 leşker hatine kuştin û 3 birîndar bûne.

(fr)