Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi dirûşma "Hemû şêweyên îxanet û komployan têk bibin, rêber Apo fîzîkî azad bikin" daketin qadan û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got: "Bê serok jiyan nabe."

Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'
Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'
Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'
Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'
Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'
Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'
Li Qamişloyê bi hezaran bang kir: 'Bê serok jiyan nabe'
9 cotmeh, 2022   11:41
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin, bi hezaran şêniyên Qamişlo li gel Çerxerêya Sonî ya li rojhilatê Qamişlo kom bûn û xwepêşandanek bi diruşma "Hemû şêweyên îxanet û komployan têk bibin, rêber Apo bi fîzîkî azad bikin" li dar xist û piştre şênî ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ve ketin rê.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan rakirin û dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî û "Bê serok jiyan nabe, bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.

Li Çerxerêya Rûbar Qamişlo li ser navê Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya rêber Ocalan Perwîn Yûsif axivî û komploya navneteweyî şermezar kir û berxwedana Îmraliyê silav kir.

Perwîn Yûsif wiha got: "Komplo û tecrîd ji beriya 24 salan ve li dijî rêber Ocalan pêk hatine, ew şermek li ser eniya mirovanî û rêxistinên mafên mirovan e. Armanca dewletên komploger şikandina vîna gelan bû. Lê berxwedana rêber Ocalan di Îmraliyê de hemû armancên wan têk birin."

Perwîn Yûsif wiha domand: "Berxwedan, şoreşa gelan û şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, berxwedana li çiyayên Kurdistanê û berxweana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku banga jiyana zad dikin, bi saya fikrên rêber Ocalan e û rêya azadiyê ji gelên cîhanê re vekir. Em li hember komplogeran qîr bikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin, serkeftin ji fikrê jiyana azad re, belê ji projeya neteweya demokratîk re."

Perwîn Yûsif di dawiyê de soz da ku têkoşînê bi pêşengiya jina azad heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mezin bikin.

Li aliyekî din jî, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis komploya navneteweyî şermezar kir û got gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikrê azad û felsefeya neteweya demokratîk ji xwe re kirin metodeke têkoşînê.

Yûnis wiha domand: "Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewama komployê ye û armanca wê derbekirina projeya Rêveberiya Xweser ku li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan hate avakirin. Em bêdengiya navneteweyî ya li hember rêber Ocalan rexne dikin."

Telat Yûnis di dawiyê de diyar kir ku divê têkoşîn ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bilind bikin û ev têkoşîn erka her welatparêz û demokratekî li cîhanê ye.

Xwepêşandan bi tiliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan û bê serok jiyan nabe bi dawî bû.

(fr)

ANHA