Şêniyên Hesekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şemrezar kir

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê di salvegera 24ʹan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

9 cotmeh, 2022   11:23
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê bi meşeke girseyê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan  şermezar kir.

Meş ji çerxerêya Kevokê ya taxa Miftî ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a heman taxê ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Hemû cure xiyanet û komployan têk bibin û rêber Apo azad bikin" hatin vekirin.

Meş li ber Navenda Xabûrê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin endamê PYDʹê Mihemed Xelef komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir û got: "Bi rihê berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, bi rihê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker em ê dagirkeriyê têk biin û qeyd û qanûnên ku li ser rêbertiya me hatine ferzkirin, bişkînin."

Xelef diyar kir ku armanca komployê têkbirina Kurdan û îmhakirina nasnameya Kurd e û wiha domand: "Tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker xeta berxwedanê hilbijartine heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe."

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El Ebdullah jî axivî û got: "24 sal di ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn ku hêzên herêmî û saziyên îstîxbaratê beşdar bûn, ji ber ku rêbertî banga azadî, wekhevî û rakirina zilmê li ser tevahî mirovan dike."

Semer El Ebdullah îşaret pê kir ku rêber Ocalan girtiyekî siyasî ye û mafên wî hene, lê dewleta Tirk van mafan bin pê dike, heman demê CPTʹê erkên xwe li hemberî binpêkirinên li dijî rêber Ocalan ê di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye, bi cih nayîne.

Semer El Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û got: "Cihê xwezayê yê rêbertî di nava gel û hezkiriyên wî de ye."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê û banga azadkirina fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA