Li herêma Firatê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Di salvegera 24`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de bi dirûşmeya “Sala 25`an dê bibe sala têkbirina komploya navneteweyî û azadiya fîzîkî ya rêber APO” bi hezaran şêniyên herêma Firatê xwepêşdaneke girseyî li dar xist.

Li herêma Firatê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
9 cotmeh, 2022   11:05
 KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina komploya 9`ê Cotmeha 1998`an li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatî, bi hezaran şêniyên kantonên Girê Spî û Kobanê yên herêma Firatê xwepêşdanan kir. Xwepêşdanê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir, heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên “Ji bo rêbertî azadî, bimirin faşîst, nikarin roja me tarî bikin” hatin bilindkirin û bênavber “Bê serok jiyan nabe” hat qêrîn.

Li Qada Şehîd Egîd, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha axivî: “Di ser komployê re 24 sal derbas bûn, xwestin bi rêya wê tevgerên rizgariyê bi dawî bikin û gelê herêmê vegerînin serdemên tarî. Lê hemû planên wan bi bin ketin, fikr û felsefeya rêbertî sînorên girtîgehan derbas kirin û bû rêya gelên blindest ber bi azadiyê ve. Her wiha bû derbeyek ji dewleta Tirk a dagirker re.”

Şahîd destnîşan kir ku îro bi milyonan şopdarên fikr û felsefeya rêbertî hene ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin û got: “Li her herêmeke Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî xwepêşdanên mezin hene. Ev serkeftineke mezin e.”

Mihemed Şahîd daxuyand ku rêber Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, lê belê ruh û fikirekî azad e û bi saya vî fikirî û vê ruhî îroj pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bendê tirsê şikandin, xwe bi xwe bi rêve dibin û bi hezaran zarokên wan sînorên xwe diparêzin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi rêya felsefeya rêbertî me xwe nas kir, em bi saya wê bi azadî dijîn. Ji lew re, wekî pêkhateyên herêmê em deyndarên rêbertî ne. Em ê têkoşînê bidomînin, heta ku dîwarê girtîgeha Îmraiyê hilweşînin, dewleta Tirk a dagirker ji axa xwe biqewitînin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin, bi dawî bû.

ANHA