Ji HREʹyê çalakiyên bersivdayînê: 5 polîsên POH`ê û çeteyek hatin kuştin

Di çalakiyên bersivdayînê yên 4 rojan ên HREʹyê de li Bab, Marê û Şêrawayê 5 polîsên tîmên taybet ên artêşa Tirk a dagirker (POH) û çeteyek hatin kuştin, her wiha çeteyek û gelek polîsên POH`ê birîndar bûn.

Ji HREʹyê çalakiyên bersivdayînê: 5 polîsên POH`ê û çeteyek hatin kuştin
9 cotmeh, 2022   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên bersivayînê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Marê, Bab û Şêrawayê li dar xistine, eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ʹʹLi dijî êrişên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember heremên me tên lidarxistin, çalakiyên me yên bersivdayînê berdewam dikin. Di rojên 1 û 4’ê Cotmehê de li heremên Bab, Marê û Şerewa çalakiyên bersivdayinê hatin li dar xistin.

Di roja 1’ê Cotmehê de, li herêma Babê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 5 endamên artêşa Tirk a dagirker (POH) hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha seyareyek zirxî jî hat ruxandin.

Di roja 4’ê Cotmehê de, li herêma Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek birîndar bû. Di heman rojê de li herêma Şêrewa di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî; 5 endamên POH û çeteyek hatin kuştin, çeteyek û gelek endamên POH birîndar bûn. ʹʹ