Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê têkoşînê xurt bikin heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
Bi hezaran şêniyên Dêrikê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
9 cotmeh, 2022   10:42
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 24’an a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de pêk hatiye, bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê daketin qadan. Di dema meşê de hemû dikan hatin girtin.

Şênî ji Qada Azadî dest bi meşê kir û bi berzkirina diruşmeyên "Bijî berxwedana rêbertî", "Bimire faşîst Erdogan" û "Hilweşe komploya navneteweyî" di nava kolanên navçeya Dêrikê de geriyan.

Di meşê de wêneyên rêber Ocalan û pankartên "Hemû cureyên îxanet û komployê têk bibin, rêber Apo bi fîzîkî azad bikin" hatin vekirin.

Meş li ber bi navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtingê

Li wir endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê Seîd Sîpan axivî û diyar kir ku dewletên hegemon û mêtînger di odeyên tarî de civiyan û plana komploya li dijî rêber Ocalan danîn.

Sîpan wiha domand: "Em bi hemû gotinên tund û tûj komployê şermezar dikin. Ev komploya ku di şexsê ronakbîr û fîlozofê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan de pêk hatiye, li dijî gelên herêmê ye."

Sîpan destnîşan kir ku ew e ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê bikoşin.

Sîpan da zanîn ku kombûna wan a li vê qadê nîşaneya girêdana bi fikir û felsefeya rêber Ocalan e, her wiha nîşaneya têkoşîna van gelan a ji bo rizgarkirina fîzîkî ya rêber Ocalan, têkbirina komployên li dijî rêbertî û gelên herêmê ye û wiha anî ziman: "Dewletên hegemon û kapîtalîst li ser derketina rêber Ocalan ji Sûriyê li hev kir, da ku wî bigirin û radestî dewleta Tirk bikin û di encamê de fikir û felsefeya wî ya li dijberî siyasetên wan ên qirêj, têk bibin."

Seîd Sîpan wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi hêz û vîna dayikên şehîdan, gel û pêkhateyên herêmê ku xwe spartine fikir û felsefeya rêber Ocalan, em ê têkoşînê geş bikin."

Mîting bi diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA