Li paytexta Avusturya Viyanayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Bi dehan kurdistaniyên li paytexta Avusturya Viyanayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan daketin qadan.

Li paytexta Avusturya Viyanayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
9 cotmeh, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan kurdistanî û dostên wan li Avusturya Viyanayê beşdarî xwepêşandana li dijî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bûn û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Xwepêşandêr li kolanên Viyanayê gerîn û wêneyên rêber Ocalan û diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û berxwedana gerîlayan li çiyayên Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin hildan û berzkirin.

Dema xwepêşandan gihaşt kolana Maria Helfahr veguherî mîtîngê. Li wir axaftinan hatin kirin û di axaftinan de hate gotin: "Plan û komployên faşîsta Tirk bi saya fikir û felseya rêber Ocalan bi bin ketin. Ji lew re em soz didin gel û pêkheteyan herêm ku têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, bilind bikin."

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi dawî bû.

(fr)

ANHA