​​​​​​​Li Qamişlo û Hesekê xwepêşandanên girseyî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî

Bi xwepêşandanên girseyî şêniyên Qamişlo û Hesekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

​​​​​​​Li Qamişlo û Hesekê xwepêşandanên girseyî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî
9 cotmeh, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku mîna vê rojê beriya 24 salan dest pê kiriye (9’ê Cotmeha 1998’an) dema rêber Ocalan ji Sûriyê derketiye, şêniyên Qamişlo û Hesekê daketin qadan.

Şêniyan wêneyên rêber Ocalan rakirin û diurşmên şermezarkirina komploya navneteweyî berz kirin.

Di xwepêşandana Qamişloyê de dayikan pankartên "Hemû şêweyên îxanet û komployan têk bibin, rêber Apo bi fîzîkî rizgar bikin", her wiha di xwepêşandana Hesekê de jinan pankartên "Em li dijî îxanetê parastina rûmeta xwe bikin" hildan.

(fr)

ANHA

 <iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p1NHBKwHQkY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>