'Çalakiya fedaî ya şehîd Sara û Rûken dewleta Tirk tirsand'

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Suriyê da zanîn ku ew ê rêya şehîd Sara û Rûken bişopînin û wiha got “Dijmin nikare jinan tune bike, heta ku jinên wekî şehîd Sara û şehîd Rûken hebin, dijmin nikare axa me dagir bike.”

'Çalakiya fedaî ya şehîd Sara û Rûken dewleta Tirk tirsand'
9 cotmeh, 2022   05:17
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Şehîd Sara Goyî û Rûken Zelal di şeva 26'ê Îlonê de li ser navendeke polîsên dewleta Tirk a li Mêrsînê çalakiya canbexşane kir.

Welatiya bi navê Sebah Gulo der barê çalakiya şehîd Rûken û Sara de got: “Ev çalakî di nava hêzên dewleta Tirk de bi awayekî serkeftî pêk hat, tirsek di nava dewleta Tirk de çêkir. Em çi qas behsa şehîd Rûken û Sara bikin axaftin bi dawî nabe, ji ber ku canê xwe ji bo vî gelî feda kir. Em jin soz didin ku xwedî li rêya wan derkevin.”

Sebah Gulo wiha dawî li gotina xwe anî: “Îro gerîlayên YJA Starê li çiyayên azad şerê dijmin dikin, em jî jinên Rojava kar û xebatên rêxistinî dikin. Li her derê gerîla hene û dewleta Tirk tengav kirine, heta ku jinên wekî şehîd Rûken û Sara hebin dewleta Tirk bi ser nakeve.”

Hilela El Hiyal welatiya ji pêkhateya Ereb a ji navçeya Til Temirê axivî û got: “Em di qadeke şer de ne. Em şervanên xwe pîroz dikin, dijmin li hember me şer dike, em wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê yek in û yek dest in. Şehîd Rûken û Sara şehîdên Kurdistanê ne. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser xeta wan bin.”

Dayika bi navê Sînem Hemze ji gundê Siwêdiyê yê Dêrikê wiha qala çalakiya canbexşane ya şehîd Sara û Rûken kir: “Çalakiya ku şehîd Sara û Rûken kirin serê me bi wan bilind bû, xeta rêber Apo, xeta biratiya gelan e. Em ê bi ser bikevin, heta ku ciwanên me hene, em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Şêniya ji Dirbesiyê ya bi navê Fatme keleş jî got: “Şehîd Rûken û Sara xeta şehîd Zîlan berdewam kirin. Keçên Kurd li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin. Hêza me çiyayên me ne. Em jin soz didin ku li ser rêya şehîdan bin. Em ji dijmin re dibêjin jin tune nabin, em ê li ber xwe bidin heta ku rêberê me bi fîzîkî azad bibe.”

ANHA