Helbestvanên Serêkaniyê bajarê xwe bi bîr anîn

Bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Serêkaniyê , gelek helbestvan tev li şevbuhêrka ku li parka Xwendinê ya Hesekê bûn.

Helbestvanên Serêkaniyê bajarê xwe bi bîr anîn
Helbestvanên Serêkaniyê bajarê xwe bi bîr anîn
Helbestvanên Serêkaniyê bajarê xwe bi bîr anîn
Helbestvanên Serêkaniyê bajarê xwe bi bîr anîn
8 cotmeh, 2022   20:04
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ya Hesekê bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî şevbuhêrkek bi navnîşan “Em ê vegerin” li parka Xwendinê ya Hesekê li dar xist.

Gelek helbestvanên ku ji Serêkaniyê derketine, endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê û gelek rewşenbîr beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Bi navê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîre Mihemed Beşîr axivî û bi xêrhatina mêvanan kir û  dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta TIrk û çeteyên wê ve, şermezar kir.

Beşîr got: "Em bi hêvî ne ku dê vegerin herêmên xwe û wê ji dagirkeriyê rizgar bikin. Em jî weke Yekitiya Rewşenbîran dê ked bidin da ku vegereke ewle ji tevahiyan re pêk bînin."

Bi navê Komîteya Koçberiyên Serêkaniyê yên ku ev çalakî amade kirine, Mehmûd Cemîl spasiya helbestvanên ku bi helbestên xwe azarên şêniyên serêkaniyê parve kirine, kir.

Di şevbuhêrkê de sînefzyoneke kurt li ser dîroka bajarê Serêkaniyê, hat pêşandan.

Paşê, helbestvan Îsa Xilo, Mustefa Sîno, Luqman Ebdurehman, Hozan Gergundî, Anehîta Sîno helbestên xwe bi ziamê kurdî û erebî gotin.

(dm)

ANHA