Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû

Konferansa 9`an a Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina Meclisa Jinan a Kongra Star bi dawî bû. Beşdaran teqezî bi pêwîstiya pêşxistina kar û xebatên jinan û birêxistinkirina jinan ji bo rizgarkirina civakê ji zihniyeta baviksalarî kir.

Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû
Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû
Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû
Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû
Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû
Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû
Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina meclisekê bi dawî bû
8 cotmeh, 2022   19:38
HESEKÊ

Konferansa 9`emîn a Kongra Star a kantona Hesekê bi dirûşma “Bi rihê Jiyan û Zeyneban emê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser kevin”, bi tevlêbûna 400 delegeyan dest pê kir.

Di konferansê de, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed axivî û rewşa siyasî şîrove kir.

Remziye Mihemed di dawiyê de got: “Ruxmî kêmasiyan, lê divê jin têkoşîna civakî mezin bikin da ku şoreşa jinan biparêzin û rêgezên hevjiyana azad bisepînin ku malbateke azad û demokratîk ava dikin.”

Paşê, sînevizyonek hate pêşandan û piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan têkildarî doza jinan ji aliyê berdevka Komîteya Civakî ya Kongra Star a kantona Hesekê Nîda El Salih ve hatin xwendin.

Piştî wê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hesen rapora kar û xebatên Kongra Star a 2 salan xwend.

Di dawiya konferansê de, meclisa jinan a Kongra Star a kantona Hesekê hat hilbijartin ku ji 12 endaman pêk tê.

ANHA