Şêniyên Minbicê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê îro bi dirûşma "Werin cenga azadiyê" li xeta Muhteriq a aliyê başûr rojavayê bajêr derketin xwepêşandanê û komployê navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û teqez kir ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber bi dest dixin.

8 cotmeh, 2022   19:09
MINBIC

Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de pêk hatiye, bi sedan şêniyên xeta Muhteriq a gundewarên Minbicê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û nûnerên partiyên siyasî derketin xwepêşandanê û komployê navneteweyî li dijî rêber Ocalan şermezar kir.

Xwepêşandan ji pêş kaziya Muhteriq a başûr rojavayê Minbicê dest pê kir û ber bi qada gund ve dewam kir. Xwepêşandaran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û pankertên " li dijî xiyanet û dagirkeriyê, werin şerê azadiyê" û "em bibin yek da ku tol hildin û dagirkeriyê têk bibin".

Rêvberiya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşeroj a Minbic û gundewarên wê Emîne Osman bi navê Yekitiya Jinên Ciwan axivî û diyar kir ku van rojan salvegera komploya navnetewyî ya ku rêber Abdullah Ocalan kiriye hedef.

Emîne Osman wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan, rêberê projeya demokratîk e ku li Rojhilata Navîn çareserî ye. Rêber Ocalan Îmralî veguherand navenda zanist û zanînê, bi rêya nivîs, pirtûk û analîzên xwe.”

Hevserokê Meclisa xeta Muhteriq a Mezin Mûnîr Elewed axivî û got: “Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Dijberên mirovahiyê bi serkêşiya DYA, Rûsya û Yewnanistanê ji komployê armanc kirin ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê, fikrê fîlozofê navneteweyî Abdullah Ocalan tune bikin, ji ber ku ev fikr li dijî siyaseta hegemoy û modernîteya kapîtalîst e.”

Xwepêşandar di dawiyê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

(dm)

ANHA