Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan bi encamnameyekê bi dawî bû

Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan li Reqayê li dar ketiye bi encamnameyekê bi dawî bû. Tê de pêwîstiya teşwîqkriina civata navneteweyî ya fermî û rêxistinên hiqûqî yên xwecih, herêmî û navnetewetyî ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were û gelek biryaran derxin ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin û aştî li gorî fikrê rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan bi encamnameyekê bi dawî bû
8 cotmeh, 2022   17:46
REQA

Di komxebatê de, endamên Partiya El Xed ên li Şamê û Laziqiyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), gelek çalakgerên siyasî ji dewletên Misir, Başûrê Afrîkayê, Zanîngeha Silêmaniyê, partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Parêzeran a Reqayê amade bûn.

Piştî nîqaşkirina gelek mijaran jê: Kar û xebatên li dijî komploya 9`ê Cotmehê hatin kirin çi ne? Çi di pêşeroja gelên Rojhilata Navîn de hate guhertin? Kî heta niha ji komployê sûd girt? Konfedraliya demokratîk wek modelek ji bo çareseriyê li gorî têgîna rêber Ocalan li hember doz û aloziyên girêk li Rojhilata Navîn û cîhanê? Çawa çareseriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komplo têk bir û siyasetên hegemoyê guhert?

Piştî nîqaşkirina van mijaran ji aliyê beşdaran ve, teqezî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêya fikrê rêber Abdullah Ocalan, sepandina aştiyê li Rojhialta Navîn hat kirin. Her wiha beşdaran bi encamnameyekê komxebata xwe bi dawî kirin. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê parêzer Xedîce Bedewî encamname xwend.

Encamname wiha ye:

/ar/uploads/files/2022/10/08/162717_antlaq-faalyat-mntda-alshrq-alawst-lhryh-alqaed-abdallh-awjlan-fy-alrqh-28529.webp

“Dîtina mekanîzmeya karê hevbeş bi Nivîsgeha Serdemê re ji bo amadekirina dosyayên qanûnî bi navê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Teşwîqkirina saziyên hiqûqî yên dewletên erebî û danîna plansaziyan ji bo avakirina peywendiyan bi wan re ji bo sûd ji têkiliyên wan bê girtin da ku bandor li dewletên Ewropa û cîhanê bikin.

Nivîsandina name û dosyayan bi navê parêzeran da ku bişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Şandina emailan ji sandîqeyên parêzeran re nexasim sandîqeyên dewletên ku rola di komployê de lîstine da ku wijdanê qanûnî ya wan dewletan bilivînin.

Bikaranîna ragihandinê bi rêbazeke xurtir da ku nameyên qanûnî têkildarî komplo û sûcên li dijî rêber Ocalan tên kirin, ragihînin raya giştî ya cîhanê

Lidarxistina kongreyan û komxebatan li ser asta herêmî û navneteweyî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.

Avakirina desteyeke parêzeran a Sûriyê ji bo ku peywendiyan bi aliyên têkildar re deynin ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.

Pêşniyarkirina komeke parêzeran û hiqûqnasan ji herêmê da ku biçin Îmraliyê û rêber Ocalan bibînin.

Bang li rêxistinên navneteweyî were kirin di serî de NY û YE`yê da ku yekser li hember siyasetên tecrîdê li ser rêber Ocalan tev bigerin.

Avakirina yekitiya parêzeran li ser asta Rojhilata Navîn ji bo eşkerekirina sûcên derqanûnî yên li ser gelên Rojhilata Navîn di şexs û fikrê rêber Ocalan de tên kirin.

Lidarxistina çalakiyan ji bo dozên rêber Ocalan bigihînin dadgeha edlê ya navneteweyî.

Avakirina werşeyên kar û yên hiqûqî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina peywendiyan bi sandîqeyên hiqûqî yên herêmî û navneteweyî bi taybet Yekitiya Parêzeran a Ereb û Komkara Erebî.

Damezrandina komîteyeke fikrî, hiqûqî û siyasî bi mebesta ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke şêwazeke rêveberiya siyasî li gel rêgezên naskirî yên hiqûqa navneteweyî were bi navkirin.

Serî li Meclisa Wezîran a Ewropayê bidin ji bo ku komîte têkildarî rewşa rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, tev bigere.

Meşandina kar û xebatan ji bo rakirina navê PKK`ê ji lîsteya terorê.”

ANHA