​​​​​​​Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” li Kobanê didome

Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi pêşandana şanoyan li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido berdewam e.

​​​​​​​Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” li Kobanê didome
8 cotmeh, 2022   15:31
KOBANÊ

Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” di 5`ê Cotmehê de bi tevlêbûna gelek komên şanoyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir.

Di roja çaran a mîhrîcanê de, Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê şanoya xwe ya bi navnîşan “Derawîş” pêşanda. Navaroka şanoyê der barê girtîgehên pergalên zordest, siyasetên wan ên ewlehiyê û îşkenceya li girtiyan tê kirin de bû.

Gelek şênî li şanoyê temaşe kir û heyraniya xwe ji şanoyê re rave kir.

/ar/uploads/files/2022/10/08/134940_kwbany..-astmrar-faalyat-mhrjan-aaryn.-jdael-alslam-barwdhh-almsrhyh-almmyzh-28129.webp

Der barê her çar rojên mîhrîcanê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê Ziyad Elî axivî û diyar kir ku desteyê şanoyên ku di mîhrîcanê de têne pêşandan bi erênî nirxandiye û got xuyaye ku koman xwe baş amade kiriye.

Elî wiha domand: “Mîhrîcanê li gorî ku hatiye plankirin, bi rêve diçe. Tu pirsgirêk heta niha derneketiye. Ya herî xweş jî, temaşeker in ku xuyaye bi şanoyan kêfxweş in. Ev yek ji nirxandinên wan di dawiya şanoyê de diyar dibe.”

Tê payîn mîhrîcan heta 14`ê Cotmehê berdewam bike. Sibe dê şanoya “Darizandin” a Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê were pêşandan.

ANHA