Ji Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li dar ketine 185 kesan jiyana xwe dest daye.

Ji Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê
8 cotmeh, 2022   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya nû ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî eşkere kir.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 185 kesan jiyana xwe daye. Ji vane herî kêm temenê 19 kesan li jêr 18 saliyê ye ku li 17 parêzgehan hatine kuştin. Lê, nîvê wan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya başûr rojhilatê Îranê hatine qetilkirin.

Li gorî raporê heta niha li 103 bajar û navçeyên 31 parêzgehên Îranê çalakî pêk hatine. Di raporê de tê gotin ku di dema xwepêşandanan de bi sedan, xwepêşandêr, aktîvîstên sivîl, xwendekar, werzîşvan, rojnameger û hunermend hatine destgîrkirin. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku hejmara zelal a destgîrkirinê li ber destê wan nîne.

Li gorî ropa Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran, heta niha li Îranê 21 rojnameger hatine destgîrkirin.