Bi navbeynkariya QSD`ê 3 karkerên li Iraqê hatibûn girtin, hatin berdan

Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo berdana 3 karkerên ji bajarê Kobanî  ku berî 6 salan ji bo kolandina bîrên ava vexwarinê derbasî bajarê Mûsilê bûbûn û rayedarên Iraqê, bi tawana tevlêbûna DAIŞ`ê tawanbar kirin û cezaya muebed li wan birîn, navbeynkarî kir.

Bi navbeynkariya QSD`ê 3 karkerên li Iraqê hatibûn girtin, hatin berdan
8 cotmeh, 2022   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratrîk (QSD) Mezlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed her sê karker piştî ku bi navbeynkariya QSD`ê hatin berdan, pêşwazî kirin.

Li gorî marpela fermî ya QSD`ê, her sê ciwan piştî ku DAIŞ`ê di Îlona 2014`an de êrişî Kobanê kir, di Tirkiyê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Li wê derê nasname ji rayedarên Iraqê û nûneriya NY`yê girtin. Her wiha dema li aliyê rojavayê bajarê Musilê bûn, hatin girtin û ew biirin girtîgeha Elnasiriyê ya li Zîqar û cezaya muebed li wan hate birîn.

Beriya demekê fermandarên giştî ya QSD`ê bi rayedarên Iraqê re peywendî danî. Navbeynkariya ku Mezlûm Ebdî kiriye, bi ser ket û di encamê de her sê karker serbest hatin berdan.

Fermandarê giştî ya QSD`ê dema pêşwaziya her sê ciwanan kir, piştrast kir ku divê mirov li welatê xwe bimîne, parastina wê bike û li pay sozên derew ên aliyên ku xêra herêm û zarokên wan naxwezin, neçin.

(dm)