Komîteya Qanûnî ya Koçberên Serêkaniyê bîlançoya sûcên dagirkeriyê eşkere kir

Komîteya Qanûnî ya Koçberên Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya hemleya “Vegera ewle mafê me yê rewa ye” de bîlançoya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê parve kir ku di 3 salên borî de li herêma Serêkaniyê û kantona Girê Spî yên dagirkirî pêk anîne.

Komîteya Qanûnî ya Koçberên Serêkaniyê bîlançoya sûcên dagirkeriyê eşkere kir
8 cotmeh, 2022   14:44
 HESEKÊ

Bi destpêkirina hemleya Komîteya Koçberên Serêkaniyê re ku bi hevkariya Weqfeya Hevdestî ji bo Qurbaniyan (Tazour) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Vegera ewle mafê me yê rewa ye” ragihandiye, bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û kantona Girê Spî pêk hatine, eşkere kir.

Berpirsê Têkiliyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso piştî civîna çapemeniyê ji bo ragihandina hemleyê ku li Kamp Weşûkanî li dar ketiye, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji dema dagirkirina her du herêman ve di Cotmeha 2019`an de û heta niha, 511 kes hatine girtin di nav de 68 jin û 42 zarok hene. 185 kes hatine revandin. Li 325 kesan îşkence hatiye kirin. Herî kêm 5 kes di bin îşkeneyê de hatine kuştin. 92 girtî veguhastine Tirkiyê, di nav de li 48 kesan cezayên di navbera 13 salan heta cezayê muebetê de hatiye birîn.  56 kes hatine kuştin di nav de 11 jin hene û 11 kes hatine darvekirin.

Zêdetirî ji sedî 85 şêniyên Serêkaniyê venegariyane malên xwe. 2 hezar û 500 malbatên koçber li şûna yên resen hatine bicih kirin. 55 malbatên DAIŞ`ê yên iraqî li malên ku li Serêkaniyê hatina desteserkirin hatine bicihkirin.

Dagirkeran piştî dagirkirinê li her du herêmên dagirkirî, zêdetirî 5 hezar û 500 malên welatiyan, zêdetirî hezar û 200 dikan desteser kirine. 55 gund ji şêniyên wê yên resen vala kirine. Zêdetirî milyonek donim (100 hezar hiktar) zevî desteser kirin.

Li herêmê ewlehî tune ye, herî kêm 72 teqîn rû dane ku di encamê de 145 sivîl di nav de jin û zarok hene hatine kuştin, zêdetirî 300 kes birîndar bûne. Her wiha 46 caran komên Artêşa Watanî ya Sûriyê bi hev ketine û di encamê de herî kêm 3 welatî hatine kuştin û zêdetirî 25 birîndar bûne.

Sûcên li herêmê tên kirin ji vê bîlançoyê zêdetir in.”

ANHA