Çalakiya otobusa gerok li Minbicê bi dawî bû

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê çalakiya otobusa gerok ku bi diruşma “Welat welatê me ye, na ji koçberiyê re” ragihandibû, îro piştî sê rojan çalakiya xwe li bajarê Minbicê û gundewarê wê û keleha Necim bi dawî kir.

Çalakiya otobusa gerok li Minbicê bi dawî bû
8 cotmeh, 2022   14:22
MINBIC

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşeroj li Minbic û gundewarên wê beriya sê rojan çalakiya otobusa gerok dest pê kir, da ku ciwanan û civakê ji xeteriya şerê taybet û siyaseta dewleta Tirk a valakirina herêmê hişiyar bike û bang li ciwanan kir ku koçber nebin.

Di çalakiyê de, belavokên hişyarkirinê hatin belavkirin û li gundên ku otobus lê rawestiya semîner hatin dayin.

Têkildarî wê, berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbic û gundewarên wê Ednan Xelîfe axivî û diyar kir ku dewletên kaptalîst bi taybet dewleta Tirk gelek rêbazan weke şerê koçberkirina ciwanan ji herêmê li dijî gelê Sûriyê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin.

Ednan Xelîfe destnîşan kir ku van dewletan hewl didin ku ciwanên Sûriyê ber xwe ve bibin da ku herêmê ji ciwanan û şêniyên resen vala bikin, guhartina demografîk pêk bînin, ji bo ku herêmê hêsan dagir bikin.

Xelîfe daxuyand ku ew weke Meclisa ciwanên Partiya Sûriya Pêşeroj dê li hember komployên li dijî gelê Sûriyê tê meşandin bisekinin, ji ber vê yekê wan gelek çalakî wek çalakiya otobusa gerok orgenîz kirin.

berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşeroj li Minbic  û gundewarên wê Ednan Xelîfe di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wan di nav çalakiyê de belavok li ser gelê Minbic û gundewarên wê de belav kir, bi armanca ku ciwanan ji xeteriya koçberiyê hişyar bikin.

(dm)

ANHA