Li Helebê têkildarî komploya navneteweyî belavok hatin belavkirin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi hevkariya Kongra Star, têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan belavok belav kirin.

Li Helebê têkildarî komploya navneteweyî belavok hatin belavkirin
8 cotmeh, 2022   13:17
HELEB

Di nava çalakiyên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin de, Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya Kongra Star ji bo nasandina komployê belav belav kir.

Li gorî orgenîzerên hemleyê, divê 4 hezar û 300 belavok li her du taxan bê belavkirin.

Di belavokan de, kurtedîroka komployê ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de bi tevlêbûna gelek dewletên kapîtalîst di sêrî de DYA û Tirkiyê dest pê kiriye, hatiye bibîrxistin.

Her wiha di belavokan de bang li şêniyan tê kirin ku tev li xwepêşandana girseyî bibin ku tê payîn sibe li Helebê li pêşiya hola 8`ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmesûd a Heleb saet di 11:30`an de dest pê bike.

ANHA