Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir

Şêniyên herêma başûr a  Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Îbrahîm El Sebaxe spart axê.

Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed El Sebaxe oxir kir
8 cotmeh, 2022   13:04
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Şedadê, Mergede û Erîşa yên başûrê kantona Hesekê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Îbrahîm El Sebaxe li Goristana Şehîdan a Şedadê  spart axê.  Ehmed Îbrhaîm El Sebaxe 4’ê Cotmehê dema erka xwe ya li dijî şaneyên veşartî pêk dianî li gundê Nîtil ê Dêrazorê şehîd bû.

Karwana oxirkirinê, ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bi rê ket.

Li goristanê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Siwer a Dêrazorê Xeys El Xel axivî û sersaxiya malbata şehîd û hevrêyên wî xwest.

Xeys El Xel diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê hîna li gundewarên Dêrazorê belav in û her tim di nava hewldanan de ne da ku ewlehî û îstîqrara herêmê xirab bikin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

El Xel wiha pê de çû: "Divê em hevgirtî bin, da ku projeya xwe ya demokratîk a li ser fedekariyên pêkhateyên herêmê hatiye avakirin, biparêzin. Hemû komployên li dijî me, nikarin li pêş projeya me bibin bend."

Li aliyekî din jî, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seîd El Xerîb soz da malbata şehîd û hevrêyên wî ku parastina destkeftiyên wan bikin, li ser şopa wan bimeşin û tola wan ji şaneyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker hilînin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Deham El Ferec wesîqeya şehîd Ehmed Îbrahîm El Sebaxe xwend û radestî malbata wî kir. Piştre cenazeyê şehîd di nava diruşmên silavkirina lehengiya şehîdan de hate veşartin.

(fr)

ANHA