Desteya Tenduristiyê: 6 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 6 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Desteya Tenduristiyê: 6 kesên din bi Koronayê ketin
8 cotmeh, 2022   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 6 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketin. Desteyê diyar kir ku kesên bi vîrusê ketine, mêrek ji bajarê Hesekê, jinek û du mêr ji bajarê Qamişlo, du mêr ji Dêrikê ne.

Li gorî daneyên dawî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 39 hezar û 241 kes bi vîrusa Koronayê ketine, rewşa 2 hezar û 577 kesan baş bûye û hezar û 578 kes mirine.

ANHA