​​​​​​​Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyeyê ve tê oxirkirin 

Li Silêmaniyê bi merasîmekê cenazeyê endama navenda Lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyeyê ve tê oxirkirin.

​​​​​​​Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyeyê ve tê oxirkirin 
8 cotmeh, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di êrişek çekdarî de şehîd bû.

Li Hola Ecê Xanimê ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek kesan merasîma oxirkirina cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyeyê ve  pêk hat.

Di merasîmê de, endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî axivî û got: “Guleya ku îro li Nagîhan Akarsel hat avêtin, îhtîmal e sibe li we û malbatên we jî were avêtin, bila kes li vê herêmê xwe nexapîne û nebêje ez ne siyasetmedar im û ez ê kumê xwe bigirin ba nebe. Demeke kumê azadiyê li vê herêmê bayê biriye, pewîstiya me bi vegerandinê heye.”

Her wiha peyama Komîteya Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji aliyê Perwa Elî ve hate xwendin û got: “Daxwazê ji hikûmeta Iraq, Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin ku li ser vê dosyayê tawîzê nedin Tirkiyeyê.”

Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rostem jî axivî û got: “Karwanê jin, xebat û jiyan bi qetilkirina Heval Nagîhan Akarsel re dawî nabe. Ev qetilkirinên wiha, wê zêdetir teşwîqa şoreş û têkoşîna ji bo bi destxistina maf û azadiyê bike.”

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Hisên Kaçmaz jî wiha axivî: “Heval Nagîhan ne yekem kese li Başûrê Kurdistanê tê qetilkirin. Em dixwazin ji berpirsên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Silêmaniyê re bêjîn, naxwazên êdî ji bo cenaze û kuştina bêne Başûrê Kurdistanê û Silêmaniyê. Lewma pêwîste bikujê van êrişên terorîstî werin eşkerekirin û rê li êrişên nû ji bigirin.”

Piştre jî peyama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji aliyê Banû Helebceyî ve hate xwendin û di peymanê tê gotin ku divê ji bo serxistina projeya Nagîhan Akarsel bi yek armancê kar were kirin.

Piştî temambûna axaftinan cenaze ber bi Hewlêrê were hate oxirkirin. Piştî ku li Hewlêrê karûbarên yasayî temam bûn, wê bi rêya balafirê bişînin Enqerê û ji Enqerêyê ber bi cihê jê dayikbûyi Konyayê ve were oxirkirin.