​​​​​​​3 sal e Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirî ne

Piştî nêzî 3 salan ji dagirkeriyê, metirsî li ser Serêkaniyê û Girê Spî zêde bûne. Hewldanên dewleta Tirk ên ku wan bike herêmên Tirkiyê, demografiya wan biguherîne û li herêmê bêîstiqrarbûnê çêke, didomin. Vê yekê jî bi rêya êrişan û birîna ava vexwarinê ji Hesekê pêk tîne.

​​​​​​​3 sal e Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirî ne
7 cotmeh, 2022   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CUMA MIHEMED

Di ser dagirkirina herêma Serêkaniyê û kantona Girê Spî re nêzî 3 salan derbas dibe. Di sala 2019’an de piştî êrişa ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kiribû, ev dever dagir kiribû. Ev jî bû sedema koçberkirina 300 hezar niştecihên wê deverê.

Dewleta Tirk bi dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê dixwest gelek armancan pêk bîne, ya herî sereke jî ji holê rakirina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê yên li ser erdê bû. Armanca wê ya girîngtir jî berdewamkirina siyaseta dagirkirina tevahiya bakurê Sûriyê bû.

VEJANDINA MÎSAQÎ MÎLLIYÊ

Hin rayedarên dewleta Tirk a dagirker hê jî xeyala vegerandina serdema Osmaniyan û pê re dagirkirina axeke berfireh li Asya, Ewropa û Afrîkayê dikin. Desthilata niha ya li Tirkiyê hewl dide ku ev xewn bi zindîkirin û bicihanîna ya ku bi navê "Mîsaqî Mîllî" tê naskirin, pêk were.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û wendakirina Împaratoriya Osmanî ya hilweşiyayî ji piraniya axên ku wê dagir kiribûn re, hin neteweperestên Tirk li hev civiyan û ji bo wan axên ku îdia dikin ku aîdî tirkan in, nêrînek danîbûn, da ku ji wan re welatekî neteweyî ava bikin.

Di encamê de peymanek bi navê Mîsaqî Millî hate çêkirin ku tê de tê gotin ku herêmên Rojava, Bakurê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û beşek ji Yewnanîstan û Ermenistanê weke xaka Tirkiyê tê dîtin.

Lê guhertin û kêşeyên ku di wê demê de Împaratoriya Osmanî pê re rû bi rû maye, rê li ber gihandina wê armancê girtin. Paşê Peymana Lozanê ya sala 1923'an sînorên niha yên dewleta Tirk ji damezirînerê wê Mustafa Kemal Ataturk re danî.

Tevî her tiştî jî, vê peyêamê jî nikarîbû dawî li xeyalên berfirehkirina dewleta Tirk anîbaya. Gotûbêjên li Tirkiyê yên di nav hinek neteweperestan de nîşan dide ku ev xeyal hîn jî tên parastin. Heta niha li gelek derdoran tê gotin ku Heleb, Mûsil û Kerkûk wîlayetên tirkan e.

Rayedarên AKP'ê ku piştre bi MHP'ê re bûn hevalbend, ev xewn qebûl kirin. Ji destpêka bayê guherînê yê li Rojhilata Navîn anku ji sala 2010'an û vir ve li ser vê yekê xebitîn. Destpêk bi piştgirîkirina komên tundrew yên girêdayî Îxwan Misilmîn bû ji bo hilweşandina hin hikumetên li herêmê da ku di warê siyasî de li ser wan serwer bibin. Lê piştî ku dewleta Tirk gihişt wê baweriyê ku ev polîtîka bêbandor e, êdî rasterast dest bi mudaxeleya herêmê kir û ji bo dagirkirina van herêman hêzên xwe şandin Başûrê Kurdistanê, Rojava, Bakurê Sûriyê û Lîbyayê.

Dewleta Tirk piştî dagirkirina Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê, di çarçoveya hewldana dagirkirina tevahiya Bakurê Sûriyê bi kûrahiya herî kêm 30 km, weke li Başûrê Kurdistanê, berê xwe da Serêkaniyê û Girê Spî.

Dewleta Tirk a dagirker hê jî gefa dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê dixwe, şerê gerîlayan li Başûr jî ji bo dagirkirina qadeke berfireh dewam dike, ev yek jî niyeta dewleta Tirk a vejandina peymana "Mîsaqî Millî" piştrast dike.

HEDEFGIRTINA PROJEYA DEMOKRATÎK

Dewleta Tirk a dagirker ji roja destpêkê ve nêzîkatiya dijminatiyê li dijî Şoreşa Rojava ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hilbijart. Ji ber ku berovajî berjewendiyên wê yên li Sûriyê bû; Dewleta Tirk a ku guh nade berjewendiyên sûriyan, ji bo dagirkirina xaka Sûriyê û xistina hemû welat di bin hegemonya û çavdêriya Tirkiyê de, li wêrankirina Sûriyê û gelê wê digere.

Lê belê şoreşa Rojava, qebûlkirina projeya Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser di rêxistin, rêveberî û parastinê de, berê û hîna jî li pêşiya hewldanên berfirehkirina Tirkiyê û pêkanîna Peymana "Mîsaqî Millî" dibe asteng. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê şer îlan kir.

Destpêkê dewleta Tirk çeteyên xwe yên wekî El Nûsra, DAIŞ û komên ji "Artêşa Azad" bi kar anî da ku êrişî Rojava bikin. Piştî têkçûna wan êrişan, êdî bi xwe destwerdan kir. Di sala 2016'an de herêmên Cerablus, Ezaz û Bab, di sala 2018'an de Efrîn û sala 2019'an jî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Heta niha jî hewl dide herêmên Sûriyê dagir bike.

Dewleta Tirk a dagirker projeya heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke xeterî ji bo dîktatorî û şovenîzma ku li ser hatiye avakirin, dibîne. Ew pirrengî û demokrasiyê red dike û ditirse ku gelên Kurd û Ereb xwe bi ramanên ronakbîrî bi çek bikin ku ev jî rê li ber desthilatdariya tirkan a li ser mejî û erdnîgariyê digire.

Yek ji armancên dewleta Tirk li Sûriyê ew e ku li ser bingeheke etnîkî di navbera gelê Sûriyê de nakokiyan çêbike û hewl bide ku nakokiyek Kurdî-Ereb çêbike. Tiştê ku vê îspat dike jî, karê dewleta Tirk a dagirker e ku piştî dagirkirina rasterast a herêmên Sûriyê, Kurd koçber kirin û malbatên çeteyên ji herêmên din ên Sûriyê li wir bi cih kirin.

Ev nêzîkatiya dewleta Tirk ji bo aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê xetereyekê nîşan dide. Nepejirandina pirrengî, demokrasî û wekheviya di navbera pêkhateyan de ji aliyê dewleta Tirk ve, wê li herêmê qeyranan gurtir bike û şer û pevçûnan bidomîne.

Projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn derfetek e ku bi rûmet bijîn, mafên xwe yên desteserkirî bi dest bixin û edalet û wekheviya mafan pêk bînin.

GUHERÎNA DEMOGRAFÎK, TIRKKIRIN, MODELA KAOSÊ!

Ji bo temamkirina siyasetên dagirkeriyê, dewleta Tirk piştî dagirkirina herêmên Sûriyê, dest bi guhertina demografiya wê kir. Ev yek bi awayekî pêk anî ku jîngeheke guncaw ji bo dagirkeriyê ava bike da ku berdewamiya wê misoger bike. Ji bo vê jî piraniya gelê Kurd ji herêmên dagirkirî da koçberkirin û Erebên ku polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk red kirin, hatin derxistin.

Li Efrînê û li gorî hin amaran, rêjeya Kurdan ji sedî 90 daketiye kêmtirî ji sedî 25'an. Rewş li Serêkaniyê, Girê Spî û navçeyên din ên dagirkirî ji rewşa Efrînê ne cudatir e.

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya rêxistinên navneteweyî, li ser axa şêniyên resen yên ku bi darê zorê hatin koçberkirin, bi dehan avahiyên mêtingehiyê ava kirine. Herî dawî jî plan dike ku bi hezaran kesî veguhezîne herêmên dagirkirî da ku wan li van avahiyan bi cih bike.

Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan di 20’ê Îlona borî de, di axaftina xwe ya li pêşiya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, gotibû ku dewleta Tirk 100 hezar xanî ava kiriye û planên çêkirina zêdeyî 200 hezar xaniyên din li 13 herêmên ku li Bakurê Sûriyê dagir kiriye, hene. Her wiha li gorî îdiayên wî, dê ev xanî derfetê bidin milyonek kesî ku vegerin Sûriyê.

 Erdogan piştgiriyeke rasterast û eşkere ya navneteweyî ji bo proseyên guhertina demografîk werdigire ku nasname û demografiya herêmê dike armanc û li dijî yasa û pîvanên navneteweyî ye. Ev sûcekî şer e û qanûna navneteweyî cezayan derbarê wê de dibire.

Her wiha desthilatdarên dagirker bi rê û rêbazên cuda ji bo tirkkirina herêmên dagirkirî dixebitin. Ji derxistina nasnameyên Tirkî dest pê bike heta guhertina pereyan ji lîreya sûrî bo tirkî, bilindkirina alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan û fermandarên Osmanî, her wiha guhertina navên dibistan, kolan û parkan bi navên Tirkî yên Osmanî.

Wezîrê Karên Hundir ê dewleta Tirk a dagirker Silêman Soylu tevî rayedarên payebilind ên Tirk, dem bi dem serdana herêmên Sûriyê yên dagirkirî dike, weke ku wîlayetên dewleta Tirk bin.

Lê dewleta Tirk a dagirker berovajî îdiaya ku di derbarê avakirina herêma bi navê "herêma ewle" de dibêje, deverên ku li bakurê Sûriyê dagir kiriye veguherandiye navenda kaos û tundrewiyê, bêîstîqrarî belav kiriye û bûye rastiyek a jiyana rojane a şêniyên herêmê.

Li van herêman bi sedan komên çete yên çekdar belav bûne. Ev kom herêman di navbera xwe de parve dikin û bi çekan herêmê bi rê ve dibin. Çeteyên wê rojane tawan û binpêkirinan li dijî xelkê dikin, di nav de kuştin, îşkence, talankirin, revandin û piştre berdana bi berdêla fidyeyê.

Lê belê ev modela ku dewleta Tirk a dagirker li wan herêman ava kiriye, wêneyekî destpêkê yê wî şeklê ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyê nîşan bide ye. Anku kaos, wêranî, dîmenên kuştin û xwînê, nakokiyên navxweyî li her derê û di nav her kesî de, bi awayekî ku li pêşiya hewldanên çareseriyê yên li Sûriyê pirsgirêkeke rasteqîn be, pêk tîne.

GUHERTINA DÎROKÊ

Ji bo guhertina rastiya li ser erdê ya li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye û dixwaze demeke dirêj tê de bimîne, dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina dîroka herêmê bi sabotekirin û kolandina şûnwarên arkeolojîk û talankirina naveroka wan, hewl dide rastiyên dîrokî biguherîne.

Li kantona Girê Spî jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek cihên dîrokî yên kantonê xirab kirin û naveroka wan dizîn.  Ji wan şûnwaran jî Girê Dehlîz ê navçeya Silûk, Tel Sehlan ê dîrokî ê gundê Xirbet El Riz û du cihên din ên gundê Hemam El Turkman ku ew jî ev in "Medînet El Faw" û "El Sebî El Ebyed". Li kêleka van jî rê ji dizên şûnwaran re tê dayîn ku li cihên din kolandinê bikin.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Til Helef jî ku dîroka wê vedigere 6 hezar beriya zayînê, kolandin û gera li şûnwaran pêk anî. Wan tiştên dîrokî derxistin û nehat zanîn ku ew paşê ji bo ku hatine veguheztin. Lê îhtimal heye ku di bin çavdêriya MÎT'ê de derbasî axa Tirkiyê tên kirin.

Çavkaniyên din jî ragihandin ku piştî nêzî salekê ji dagirkirina herêmê, komên çete bi hinceta lêgerîna li tunelan li taxên Meheta, El Ebra û dêrên Serêkaniyê, li şûnwaran geriyane.

Til Helef yek ji wan şûnwaran e ku dîroka kevnar a Kurdan li herêmê nîşan dide, lewma dewleta Tirk a dagirker dixwaze vê dîrokê ji holê rake û bitepisîne.

Ji roja yekem a dagirkeriya li ser herêma Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên cuda dest ji êrişên xwe berneday. Yek ji van rêbazan jî ku weke çekekê li dijî herêmê û xelkê wê bi kar tîne, stasyona avê ya Elok e ku avê dide bajarê Hesekê.

Di dawiya Tebaxa derbasbûyî de, dewleta Tirk cara 28'an av ji ser bajarê Hesekê ku zêdetirî milyonek kes lê dijî, qut kir. Ev jî hemwextî belavbûna nexweşiyan li herêmê, bi binpêkirina yasa û pîvanên navneteweyî û pirensîpên mirovahî, pêk anî.

Li aliyekî din, dewleta Tirk rojane bi balafirên bêmirov ên biçek êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, her wiha li seranserî sînor bi top û moşekan êrişan didomîne. Ev jî dibe sedema ziyanên madî û windahiyên mirovî. Her wiha desteserkirina ava Firatê û girtina wê ji ser Sûriye û Iraqê jî didome, ev jî ji bo têkbirina jiyanê li herêmê û koçberkirina gel tê kirin da ku plana dagirkirina tevahiya herêmê were pêkanîn.

(hs)

ANHA