ʹKombûna gel li derdora QSD û Rêveberiya Xweser wê planên dijmin têk bibinʹ

Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Rûspiyên bajarê Minbic û gundewarê wê diyar kir ku plan û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê re eşkere bûne û got, kombûna gel li derdora QSD û Rêveberiya Xweser wê planên dijmin têk bibin.

ʹKombûna gel li derdora QSD û Rêveberiya Xweser wê planên dijmin têk bibinʹ
7 cotmeh, 2022   04:30
MINBIC- ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di van êrişan de hemû cûre çekên giran, balafirên şer û yên bê mirov bi kar tîne da ku tevna civakî ya herêmê ji hev bixîne, fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne û ewlehiya herêmê têk bibe.

Têkildarî mijar, endamê Desteya Rêvber a Meclisa Rûspiyên bajarê Minbic û gundewarê wê Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî diyar kir ku sûcên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji eşîrên Ereb û tevahî pêkhateyên Sûriye; Ereb, Suryan, Tirkman û Çerkes re eşker ne.

Şêx El Esîdî îşaret pê kir ku hikumeta Erdogan Til Rifet, Minbic, Qamişlo, Kobanê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi balafirên bêmirov ên biçek, şaneyên xwe yên veşartî û şerê aborî dike hedef û got: " Heta kesên ku ji ber aloziya Sûriye penaber bûne ji êrişên dewleta Tirk bê par namîne, ji ber ku dewleta Tirk şerekî bi zanebûn li dijî gelê Sûriye dimeşîne û hewl dide bi tevahî rêbaz û gefên domdar aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.ʹʹ

Şêx Mihemed El Esîdî diyar kir ku dagirkeriya Tirk tevahî pêkhateyên Sûriye dike armanc û rêbazên herî hov li dijî wan bi kar tîne. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk  ji van êrişan armanc dikin ku vîna gel bişkîne û wan ji axên wan derxînin da ku planên xwe yên mêtîngeriyê li Sûriye temam bike.

Şêx El Esîdî da zaîn ku kir ku zarokên eşîran û Meclisa Rûspiyên Minbic û gundewarê wê bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û dê li hemberî wan bisekinin.

Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Rûspiyên bajarê Minbic û gundewarê wê Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî di dawiya axaftina xwe de li dijî xeterî û planên li ser herêmê banga yekitî û kombûneke xurttir li derdora Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) li gelê herêmê kir.

(dm)

ANHA