​​​​​​​Malbatên şehîdan Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi boneya salvegera Kompoloya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan semînerek da.

​​​​​​​Malbatên şehîdan Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
6 cotmeh, 2022   19:14
QAMIŞLO

Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan hate dayîn û ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Sînan Cûdî ve hate birêvebirin.

Sînan Cûdî anî ziman ku Komploya 9ʹê Cotmeha sala 1998ʹan rojeke reş e, di şexsê rêber Ocalan de xwestin tevgera azadiyê tune bikin û gel ji fikr û felsefeya rêbertî qut bikin.

Sînan Cûdî her wiha behsa dîroka têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û komploya ku li dijî wî hate kirin kir û wiha dawî da axaftina xwe: "Em ê heta dilopa dawî ya xwînê têkoşîna li ser xeta rêbertiya xwe dewam bikin heta ku azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin."

Endama Mecilsa Malbatên Şehîdan Perwîn Yûsif got :”Di şexsê malbatên şehîdan de em îro li vir amade ne da ku Komploya 9ʹê Cotmeha 1998ʹan an şermezar bikin. Di şexê rêber Apo de xwestin şoreşa gelê Kurd tune bikin û gelê Kurd ku di nav pelên dîrokê de hatin verşartin bikin hedef. Bi rihê şehîdên têkoşîna azadiyê ku bi diruşma ʹkes nikare roja me tarî bikeʹ li dora rêbertî bûne xelekên ji agirî, wê têkoşîna me heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî dewam bike."

Di dawiya semînerê de diruşmeyên ʹʹDem dema azadiyê yeʹʹ û ʹʹBê serok jiyan nabeʹʹ hatin berzkirin.

(hh)

ANHA