​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin

Şêniyên kantona Qamişlo bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bidomînin.

​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
​​​​​​​Li 3 bajaran komploya 9ʹê Cotmehê hat şermezarkirin
6 cotmeh, 2022   15:20
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di 9ʹê Cotmeha 1998ʹan de pêk hatibû,  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo bi tevlêbûna bi hezaran şêniyan herêma Cizîrê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir, li nav kolanên Qamişlo geriya û ber bi Avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo ve bi rê ketin.

Di xwepêşandanê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîd Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Xwepêşandan li be avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo veguherî mîtîngê. Li wir, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Çiyager Baran, axivî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û got: “Em ji komplokeran re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin; rêber Ocalan tenê fîzîkî dîl hatiye girtin, lê belê fikr û ramanê wî belav bû û wek xwînê di nav rehên me re diherike, welatê me jî hewcedarê vî felsefeyê ye.”

Baran bêdengiya navneteweyî ya li hember daxwazên gel ên pêkanîna dadmendiyê û azadiya rêber Ocalan şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî hêzên komploger kir.

Piştre, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan, Medya Qamişlo wiha axivî: “Bi dirûşma hûn nikarin roja me tarî bikin, me dest pê kir û em ê bi pêşengtiya jinên Kurdistanê heta dawiyê xeta têkoşînê bidomînin.”

Medya Qamişlo wiha zêde kir: “Jinên cîhanê li ser şopa fikrê rêber Ocalan dest bi têkoşînê kirine, ji ber wê jî aliyên komploger hewl didin bi hemû awayan îradeya wan têk bibin. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û ya jinê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.ʹʹ

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F0VHHi5A2wY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, li navenda xwe ya li navçeya Tirbespiyê semînerek da. Semîner ji aliyê hevseroka PYD’ê ya Tirbespiyê Hediye Şemo û endama rêveber a Kongra Star Aryan Cûdî ve hat dayîn.

Di semînerê de bal hat kişadnin ser jiyana rêber Ocalan û têkoşîna wî heta roja dîlgrtina wî ji aliyê dewletên ku ew radestî dewleta Tirk a dagirker ve kirine.

Di semînerê de hate gotin: "Yekitiya Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe alîkarî da dewleta Tirk. Tevî asta vê komployê, rêveber Ocalan têkoşîna xwe ji bo çareserkirina doza gelê xwe bi awayekî aştiyane û demokratî dewam dike."

Di semînerê hat destnîşankirin ku komplo heta roja îro li dijî gelên cîhanê didome û tecrîda li ser rêber Ocalan berdewamiya şerê li dijî fikrê demokratîk û azad e. Her wiha banga xurtkirina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya  rêber Ocalan hate dayîn.

Di dawiya semînerê de sînevzyonek li ser jiyana rêber Ocalan û têkoşîna wî hat pêşandan.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vgnp2dlFK_0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Navçeya Girkê Legê jî sînevîzyonek li ser destpêka Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber  Abdullah pêşand.

Sînevîzyon li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê, bi beşdariya bi dehan şêniyan hat pêşandan.

Sînevîzyon saetek domand. Tê de bal hat kişandin ser ser rêbaz û planên MIT’a Tirk û îstixbarata navneteweyî yên dîlgirtina rêber Ocalan û hinek ji jiyan û têkoşîna rêber Ocalan.

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan hatin berzkirin.

(mh)

ANHA