RSF: Dengê bihêz ê femînîsteke Kurd hate birîn

RSF’ê qetilkirina Edîtora Kovara Jinelojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û got: “Dengê bihêz ê femînîsteke Kurd hate birîn."

RSF: Dengê bihêz ê femînîsteke Kurd hate birîn
6 cotmeh, 2022   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) a ku navenda wê li Parîsê ye têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku “Dengê femînîsteke Kurd hate birîn” û da zanîn ku Nagîhan Akarsel roja 4’ê Cotmehê li ber mala xwe ya li Silêmaniyê di encama êrişekî çekdarî hat qetilkirin.

RFS’ê da zanîn ku di nava salekê de ev êrişa pêncemîn e ku li Başûrê Kurdistanê li hemberî kesayetên Kurd an jî aktivîstên ku hikumeta Tirk rexne dikin, pêk tê.

Buroya Rojhilata Navîn a RSF’ê got: “Rojnamevan û nivîskara femînîst a Kurd Nagîhan Akarsel di pêvajoyek wiha ku jinên Kurd ji bo azadiya jinê pêşengiya serhildanê dike de hat qetilkirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de ji rayedarên herêmî hate xwestin ku vê bûyerê ronî bikin, kujer bên darizandin û ji bo Akarsel edalet bê bicihanîn.