Şêniyên Til Temirê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir

Bi sehan şêniyên navçeya Til Temirê ya Hesekê bi xwepêşandanekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku hevgirtina gelê herêmê bi saya pêşniyarên rêber Ocalan e.

Şêniyên Til Temirê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir
6 cotmeh, 2022   11:26
HESEKÊ

Bi rasthatina salvegera 24’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi sedan şêniyên Til Temirê ya Hesekê bi xwepêşandanekê komplo şermezar kir.

Di xwepêşandanê de, li gel şêniyan, nûnerên ji partiyên siyasî, endamên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd beşdar bûn û wêneyên rêber Ocalan hildan.

Xwepêşandan ji pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê dest pê kir û li tevahî kolanên navçeyê gerî. Li çerxerêya navçeyê vegerî mîtîngê.

Li wir, endamê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Ehmed li ser komploya navneteweyî ya ku di 1998’an de li dijî rêber Ocalan pêk hatiye axivî û wiha got: "Komplo ji bo hedefgitina hemû gelên bi hesreta azadiyê ne, pêk hat. Ji ber rêber Ocalan xwedî fikrên azad û demokratîk bû ku bi xwe re zulm û destpotiyê rake."

Ehmed wiha domand: "Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan di 1998’an de dest pê kir û hate dîlgirtin. Ji ber rêber Ocalan karî bi fikir û felseya xwe civakeke tê de biratî û jiyana hevbeş hebe, ava bikira û xwe gihand Rojhilata Navîn."

Ehmed ev tişt anî ziman: "Bandora gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikir û pêşniyarên rêber Ocalan û girîngiya fikrên wî destkeftiyên mezin ji vî gelî re bi xwe re anîn, di serî de hevgirtina hemû pêkhateyan ku di demekê de şerê etnîkî û navxweyî ku hêzên kapîtalîst pêk aniye."

Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Yê ku îro em li vir kom kirine, rêber Ocalan e. Piraniyên tev li xwepêşandanê bûne bi fikrê rêber Ocalan bawer in. Ji ber ku em hemû deyndarê fikir û pêşniyarên rêber Ocalan ku me ji şeran diparêzin û dozên asê çareser dikin."

Xwepêşandan bi diruşmên şermezarkirina komployê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA