Dagirkeran li Efrînê dest danî ser 50 darên zeytûnan

Çeteyên "Lîwa Semerqend" ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 50 darên zeytûnan yên du welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî desteser kirin û berhemên wan dizîn.

Dagirkeran li Efrînê dest danî ser 50 darên zeytûnan
6 cotmeh, 2022   07:53
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ragihandin ku çeteyên "Lîwa Semerqend" 50 darên zeytûnan yên her du welatiyên ji Cindirêsê (Hisên Mihemed Hac Ebdo û Hisên Mihemed Mamed) desteser kirin û berhemên wan dizîn.

Li gorî çavkanî, darên zeytûnan yên Hisên Mihemed Hac Ebdo li nêzî mêtîngeha "El Îhsan" a li derdora çiyayê Qaziqlî yê gundê Kefer Sefrê ne û darên zeytûnan yên Hisên Mihemed Mamed li derdora gundê Baflûrê yê Cindirêsê ne.

Çeteyên dagirkeriya Tirk xwezaya Efrînê wêran dikin, darên wê destesr dikin, dibirin û bazirganiyê pê dikin. Ev yek bi armanca guhertina demografiya herêmê pêk tê.

(fr)

ANHA