Rojnameyên Erebî: Li Iraqê nîşaneyên gurbûna şer berz dibin

Rojnameyên Erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa xistimîna siyasî ya li Iraqê, muzakereya nû ya di navbera hikumeta Debîbe û dewleta Tirk a dagirker de û rewşa Yemenê kirin.

Rojnameyên Erebî: Li Iraqê nîşaneyên gurbûna şer berz dibin
6 cotmeh, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

RAGEŞIYA LI BESRA Û ZÎ QARÊ "PROVAYA" ŞEREKÎ YE KU DJBERÊN LI IRAQÊ XWE JÊ RE AMADE DIKIN

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Aliyên siyasî yên Iraqî dibêjin ku aloziyên vê dema dawîn li hin parêzgehên weke Zî Qar û Besrayê derketine, li pişt wê ajandayên siyasî hene ku dixwazin rewşa dijwar a li Iraqê gurtir bikin.

Heman alî eşkere dikin ku tişta diqewime "provaya" şerekî metirsîdar ê ku her du aliyên krîzê anku Tevgera Sedr û dijberên wê yên Çarçoveya Hemahengiyê xwe jê re amade dikin. Heman aliyên siyasî hişyariyê didin ku rewş bi lez ber bi tundiyê ve diçe, ji ber ku her du alî red dikin ku bi awayekî cidî bi bangên diyalogê re mijûl bibin. Bangên herî dawî jî ya serokwezîr Mistefa Kazimî û nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert bûn.

Êvara duşemê, li parêzgeha Besrayê ya başûrê Iraqê di navbera çekdarên "Seraya El Selam" yên ser bi Tevgera Sedr û "Esaib Ehl El Heq" bi serokatiya Qeys El Xezelî, li devera koşka serokatiyê ku tê de milîsên çekdar hene, rû da.

Beriya wê bi rojekê jî, li parêzgeha Zî Qarê jî aloziya ewlehiyê derket û bi dehan kesên rûpoşkirî avahiya parêzgehê û çend dezgehên tê de şewitandin."

PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ BANG LI GUTERRES KIR KU PEYMANÊN BI TIRKIYEYÊ RE NAS NEKE

Rojnameya Şerq El Ewset jî têkildarî muzakereya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Yekitiya Nîştimanî de ev tişt nivîsî: "Parlamentoya Lîbyayê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku peymanên vê dawiyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi Hikumeta Yekitiya Demkî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe re hatine îmzekirin, ji bo dewleta Lîbyayê wek peymanên betalkirî û ne mecbûrî bihesibîne.  Mecilsa Serokatiyê jî nerazîbûneke şermok der barê de nîşan da.

Serokê parlamentoyê Eqîle Salih duh di nameyekê de ya ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres re xwest ku muzakereyên ku hikumeta El Debîbe bi dewleta Tirk re îmze kiriye, wekî "Betalkirî û ti bandora wê ya qanûnî tune ye, wek ku dewleta Lîbyayê pê ne mecbûr e" bihesibîne. Salih tekez kir ku hikumeta Fethî Başaxa li gorî biryarên paralmentoyê, desteya qanûnî û yasayî ya hilbijartî, hikumeta naskirî ye. Her wiha îşaret bi windakirina rewatiya hikumeta Debîbe ya bidawîbûna erka wê re û binpêkirina xalên nexşerêya ku ji aliyê Foruma Diyaloga Siyasî ve hatiye derxistin, kir.

Salih rexne li beşdarbûna hikumeta El Debîba di muzakere û peymanên bi dewleta Tirk ên ji bo lêgerîna petrol û gazê di avên aborî yên rojhilatê Deryaya Spî de kir, ku ev girêbest li dijî xala 6'an a beşa dehem a rêkeftina siyasî ye.

Ji aliyekî din ve, Meclisa Serokatiyê ya bi serokatiya Mihemed El Menfî red kir ku bi fermî piştgiriya xwe ji van rêkeftinan re ragihîne û bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêkanîna peymanan pêwîstî bi şêwirê heye û ketina wan di meriyetê de jî pêwîstî bi erêkirina wan ji aliyê meclisên yasayî ve heye.”

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ LI SER VEGERA ŞER LI YEMENÊ HIŞYARÎ DA

Li ser rewşa Yemenê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî û Kordînatorê Kar û Barên Mirovî yê taybet bi Yemenê David Gressly bang li aliyên şerê Yemenê kir ku li ser destkeftiyên ku di 6 mehên borî de hatine bi destxistin avakirinê bikin û pabendî dirêjkirin û berfirehkirina agirbestê bin. David Gressly got: 'Ez bi awayekî xurt bang li aliyên şer dikim ku guh bidin bangên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û nûnerê wî yê taybet bi Yemenê yên der barê dirêjkirin û berfirehkirina agirbestê da ku li ser destkeftên ku di 6 mehên borî de hatine bidestxistin, avakirin pêk were'."

(hs)