Îranê dîsa herêmên Başûrê Kurdistanê topbaran kirin

Rejîma Îranê di roja 13’emîn de îro danê sibehê car din herêmên Biradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê topbebaran kirin.

Îranê dîsa herêmên Başûrê Kurdistanê topbaran kirin
6 cotmeh, 2022   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di roja 13’emîn de carek din rejîma Îranê herêmên Biradost û Balekayetî yên ser bi Îdareya Soran topbaran kir.

Îranê gundên Berdexir û Hawînehewarî Biradost û zozana Serçal û qûntarê Helgurt topbaran dike.

Têkildarî encama ku heta van kêliyan dewam dikir jî, tu agahî nehatin bidestxistin.

(cx)