Riyad Derar: Li gel hebûna dagirkeriyê û dûrxistina hêzên çalak însiyatîfa Urdinê nabe çareserî

Urdinê di bin navê “Bidawîkirina şerê Sûriyê” de însiyatîfeke erebî ya nû ragihand. Hevserokê MSD`ê Riyad Derar got ev însiyatîf li gel şerê hêzên derve, hebûna dagirkeriya Tirk û terorê li xaka Sûriyê nabe çareseriyeke siyasî ya giştî ji bo krîza Sûriyê. Her wiha destnîşan kir ku çareserî bi tevlêkirina hemû hêzên siyasî yên çalak ve girêdayî ye.

Riyad Derar: Li gel hebûna dagirkeriyê û dûrxistina hêzên çalak însiyatîfa Urdinê nabe çareserî
6 cotmeh, 2022   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN LÎLAV DÎWANÎ-GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî derbasbûna salekê li ser binkeftina însiyatîfa “Na Kaxiz(La Wereqa)” a Urdinê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ku bi awayekî sereke girîngî da “nekêrhatina guhertina rejîma Sûriyê”, Urdinê careke din di bin navê “Bidawîkirina şerê Sûriyê” de însiyatîfeke erebî ragihand.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymed El Sefedî dema li New Yorkê bû ku ji ku tev li civînên Komeleya Giştî ya NY`yê bibe, di civîneke çapemeniyê de li gel rojnameya The National a Îmaratê re axivî û got: “Emman hewl dide desteka navneteweyî ji bo xebateke siyasî bi pêşengiya Ereban bi dest bixe da ku şerê li Sûriyê bi dawî bibe.”

El Safadî her wiha got: “Xebata siyasî, ku Urdin ji bo piştgiriyê kom dike, biryarên NY`yê yên bi hejmar 2254 û 2642 bingeha wê ne ku nexşerêyekê datîne da ku çareserî bi rêya diyalogê pêk were. Tevî destûrên çavdêriyê û radestkirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê. Wê Erebistana Siûdî û gelek dewletên din cih di vê însiyatîfê de bigirin.

Li gorî çavdêran, însiyatîfa heyî ya Urdinê dê mîna yên berî bi binkevin nexasim li ge şerê li ser hegemoniyê li Sûriyê û hişmendiya desthilatdar a hikumetê ku çi çareseriya siyasî red dikr.

JI BO ALOZIYA SÛRIYÊ NE ÇARESERÎ YE

/ar/uploads/files/2022/10/05/180208_080649_read-derar.webp

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ajansa me re axivî û got: “Destpêkê, ev însiyatîf wek planekê nehat eşkerekirin. Tenê nîşaneyeke ku însiyatîfek heye. Ez nafikirim ku armanca wê çareserkirina aloziyê ye. Ji ber ku di nav aloziyekê li herêmê de derketiye. Bi taybet ku berê hewldan hebû bi rêya însiyatîfa Na Kaxiz, ew jî bi bin ket. Piştî wê hewldanê gefên madeyên hişbir, derbasbûna xirabkar û çekan û metirsiyên ji terorê ku bi rêya dorpêça Îranê tên, zêdetir bû. »

Riyad Derar ev tişt got: "Eniya başûr Şam dorpêç dikir. Urdin jî bû sedema krîzekê li ser sînor, dema mijar bêyî destwerdan li vê eniyê maye. Wê yekê derî ji Îranê û Hizbullahê re vekir ku bi awayekî  fireh derbasî herêmê bibe. Niha Pasdarên Îranê li ser sînorê Urdinê ne, di encamê de mîna vê însiyatfê ji bo berjewendiya Urdinê pir pêwîst e. Ez texmîn nakim ku hewl dide çareyeke aştiyane bibîne. Ger xwe spart biryarên NY’yê, biryarên 2254 û biryara vejandina zûd 2642, bi wê re dibe ku armanc helandin an jî derbasbûnên nû li gorî pêdiviyên herêmê be. Ew yek piştî destwerdana Rûsya li Ukrayna û lawaziya rola wê li Sûriyê eşkere bû."

ŞERÊ HEGEMONIYÊ

Çavdêran da zanîn ku însiyatîfa Urdinê ya niha û ya bi desteka Erebî û Amerîkî destpêkê bersivdana "civîna Tehranê" ya her sê dewletan; Enqere, Tehran û Moskova ye. Da ku rê li pêş wan her sê dewletan bigire û bi tenê li Sûriyê bimînin. Ya duyemîn jî; beriya mehekê ji dema lidarxistin civîna erebî ku dê li Cezaîrê li dar keve ye. Bi wê yekê texmîn dikin ku dikarin hikumeta Şamê ji hembêza Îran û Rûsyayê bi dûr bixin.

Li ser vê yekê Riyad Derar ev tişt anî ziman: "Li gorî mijarê, ew bersivdana li ser hevalbendiya Astana yan jî altarnatîfê wê ye ku Ereb bi rêya bibîrxistina El Sefedî ji rola Erebistana Siûdî re pê bawer in. Tê zanîn Erebistana Siûdî û Qeterê li pêş beşdarbûna rejîma Sûriyê li civînên Komkara Erebî sekinîn û hîna jî disekinin. Bi wê re derbaskirina Erebistana Siûdî mijarekê pêwîst e, ger di navbera Urdin û Erebistana Siûdî de li ser mijarê lihevkirin hebin. Li aliyekî din jî daxuyaniya El Sefedî piştî hevdîtina bi wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov û wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebdullehyan li NY’yê, pêk hat."

Derar wiha pê de çû: "Hewldaneke Urdinê ji bo ji hev derxistina vê helwestê heye, dibe ku li ser hesabê krîza ku Rûsya azara wê dikişîne be, ji wê zêdetir jî tunebûna derfeta berdewama diyalog û dan û standinên li Civinê ne, piştî derbasbûna şandeya Rûsya li Cinêvê hate qedexekirin. Di heman demê de divê erdek altarnatîf ji bo berdewama diyalogê hebe, ger Urdinê ew rol xwest û çareserî bi rêya destwerdana erebî pêk hat, dibe ku ev dan û standin li Qeterê yan jî Umanê pêk bên. Bi wê re Urdinê dikare sûdê ji vê tevgerê wergire ku parastina sînorên xwe û nedestwerdanê bike. "

MÎNA YÊN BERÊ, ÇARENÛSA WÊ JÎ BINKEFTIN E

Çavdêriyan da zanîn ku çarenûsa însiyatîfa urdinî-erebî dê mîna çarenûsa yên beriya wê bin ku çareseriya rasteqîn û bingehîn ji krîza Sûriyê re naxwazin. Ji ber Urdinê jî mîna dewletên ku hewl didin cihê xwe li Sûriyê bigirin ku berjewendiyên xwe pêk bîne yan jî xwe ji vê krîzê û derbasbûna li hundirê wê bi dûr bixe. El Sefedî wiha got: "Em ji rewşa li başûrê Sûriyê pir bi fikar in û pêdiya wê herêmê bi îstîqrariyê heye. Ji ber xeteriya qaçaçitiya hişbirê gefeke mezin li ser me ye."

Derar li ser vê yekê wiha got: "Ger însiyatîfên berê bi bin ketin û tê de jî însiyatîfa Urdinê, bi xwe re vê pirsê derdixe holê, gelo em dikarin bi rejîmê bawer bin. Urdinê bi rêya însiyatîfa Na Kaxiz tecrûbe kir. Lê hewldana rêvebirina krîzê mijareke xwezayî ye û Urdin jî mîna Lubnan û Erebistana Siûdî hewl dide rola xwe pêk bîne û berjewendiyên xwe di krîz û çareseriya Sûriyê de bibîne. Sûriyê êdî bûye cihê nexweşiyên siysaî yên mezin ku gefan li derdorê dixwe, bi wê re metirsî ji derbasbûna ev nexweşiyan li cîran hene. Her wiha hin kes hewl didin çareseriyê pêk bînin û ji nû ve rejîmê li ser lingan bihêlin, ew jî bi hêviya dikare xwe sererast bike. Lê li gorî tecrûbeyan ev yek şaş e. Lê pêdivî bi tevgerê û hewldana derbaskirinê bi rêya pêkanînê heye."

Piştî destpêkirina krîza Sûriyê di Adara 2011’an de, însiyatîf, civînên navneteweyî û herêmê yên ji bo nîqaşkirina dosyaya krîza Sûriyê zêde bûn. Ji wan jî civîna Soçiyê, Tehran û civînên bi navê komîteya destûrê û hwd. Van hemû civînan tu çareser ji Sûriyê re neanîn, berovajî wê bi rêya serweriya hêzên derve li xaka Sûriyê da ku berjewendiyên xwe pêk bînin û rê li pêş demokratîbûna Sûriyê û Rojhilata Navîn bigirin, krîz kûrtir kirin.

LI GEL HEBÛNA DAGIRKERIYA TIRK ÇARESERÎ TUNE YE

Derar da zanîn ku tu însiyatîfên ji bo çareserkirian aloziya Sûriyê,li gel berdewamkirina şerê hegemoniyê yê hêzên derve li ser axa Sûriyê û hebûna dagirkeriya Tirk û alîgirên wî wekî komên terorîst, ne serkeftî ye û got: “Di rastiyê de em nikarin bêjin ku ev îsniyatîfên ku tên destpêkirin dikarin aloziyê çareser bikin. Şerê hêzên derve yê hegemoniya li Sûriyêê yan bikaranîna Sûriyê wekî qada şer di navbera Îsraîl-Îranê, Rûsya-Amerîkayê de berdewam e. Timayên dewleta Tirk jî di Sûriyê de hene ku ranawestin, hin parçeyên axa Sûriyê li bakurê welat jî dagir kirin. Ji lew re ew jî ji bo bidestxistina destkeftiyan di vê krîzê de dan û standinan dike.

Dewleta Tirk niha bi rêya lihevhatina bi rejîmê re li roleke nû digere, ev yek pir xeternak e. Ji ber ku opozîsyona niha li Tirkiyê, di bin gefa Tirkiyê de ku radestî rejîmê bê kirin, yan jî pê re yekser bikeve dan û standinan û xwe radest bike. Tirkiye hewl dide vê nêzîbûnê ji bo berjewendiyên hilbijartinên partiya li ser hikumê û serok Erdogan, xurt bike.”

Derar destnîşan kir ku mirov nikare bifikire ku ev însiyatîf dikeve xizmeta Sûriyê, berovajî dibe ku aloziyê bi rengekî din vegerînin û wiha pê de çû: “Ji ber ku dagirkeriya heyî divê derkeve, divê terror bi dawî bibe, divê sûrî bi çareseriyê bawer bin. Ev nêzîkbûna siyasî di berjewendiya her kesê de ye. Ne rejîm qebûl dike, ne opozîsyon dikare. Parçebûna li welat dibe ku niha çareseriya yekane ya xuya dike be, da ku li welat rêveberiya xweser bê ragihandin, ku di siberojê de piştî bidawîbûna aloziyê li ser yekitiya xaka welat dan û standinan bike.”

BEŞDARBÛNA ALIYÊN SÛRÎ JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ GIRÎNG E

Riyad Derar dibêje ku çareseriya guncaw ji bo aloziya Sûriyê, bidawîkirina şerên navneteweyî û beşdarbûna aliyên siyasî yên Sûriyê di çareseriya siyasî ya krîzê de ye û wiha domand: “Divê ev şerên navneteweyî bi dawî bibin, ji ber ku bi hebûna van şer û aloziyan re dê tu girîngî ji bo Sûriyê tune be. Ji lew rem divê gelê Sûriyê çareyên xweser bibînin, bi xwe çareseriyan bibînin, yan jî dê rijandina xwînê berdewam bike. Li gorî rewşa heyî, Sûriye dabeşî sê herêmên rêveberiyê bûye, dibe ku lê rêveberiyên xweser ava bibin, yan jî du rêveberiyên ku li ser aliyê sêyemîn bi ser bikevin.”

Riyad Derar destnîşan kir ku niha li her sê rêveberiyan Sûriye bi rêbazên cuda tê birêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiyek li bakur rojava girêdayî Tirkiyê ye, xwedî taybetiyeke îslamî ye. Ailyek wê jî bi terorê hatî tawanbarkirin ku li bajarê Idilbê serwer e. Aliyek jî demokratîk, nîştimanî û sûrî ye, xema pêkhateyên Sûriyê dixwe û girîngiyê dide hebûneke rasteqîn û xwezayî ya wan bêyî dûrxistin wekî berê, ku Sûriyê dewletek ji bo hemiyan be û li herêmên xwe kar û barên xwe bi xwe bi rêve bibin. Rejîm jî heye, hîna jî wekî xwe ye, piştevanên wî jî hene û bi rêya vê piştevaniyê li qadên navneteweyî nûnertiya wê dike da ku bi ser bikeve. Serkeftina ku rejîm bi dest dixe, rengekî qehirandina aliyên din e. Ev jî ne çare ye.”

EM PLATFORMEKÊ JI BO SÛRIYÊN DEMOKRASÎXWAZ AVA DIKIN

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo me wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ji çareseriya siyasî hatin dûrxistin. Ev yek bi serhişkiya her du aliyan bû, hem rejîm, hem jî opozîsyon. Her du jî naxwazin. Tirkiye jî heye ku opozîsyonê kontrol dike û nahêlin bi me re wekî MSD`ê yan Rêveberiya Xweser, dan û standinan bikin. Lê belê, em her tim hewl didin hemûyan beşdarî çareseriya siyasî bikin. Em wê yekê bi rêya vexwendina bo Kongreya Hêzên Demokratîk dikin û em platformekê ji sûriyên demokrasîxwaz re çêdikin, da ku bibin beşekî dan û standinên ji bo çareseriya siyasî. Ev rêbazekî ku niha em di aliyê siyasî de bi kar tînin e. Xebatên avakirin, lêkirin û pêkanîna îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, da ku Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê belav bibe, bibe xaleke komkirina Sûriyan da ku vê tecrûbeyê li herêmên xwe jî pêk bînin.”

ANHA