​​​​​​​Şêniyên Til Hemîs: Beyî hewlên QSD`ê jiyana me di xetereyeke mezin de ye

Şêniyên Til Hemîs diyar kirin ku heke QSD`ê duyemîn mezintirîn depoyên çekan ên DAIŞ'ê li gundê Qeyrewanê destser nekiriba, herêm dê li pêşiya xeteriyeke mezin bûya. Her wiha piştrast kirin ku ew bi hêzên leşkerî û ewlehî re dibin alîkar da ku li hember şaneyên DAIŞ'ê bisekinin û tevahî planên wan têk bibin.

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîs: Beyî hewlên QSD`ê jiyana me di xetereyeke mezin de ye
6 cotmeh, 2022   07:11
QAMIŞLO

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovahî û Ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê di Kampa Holê de ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê lê ne, bi dawî kir û ragihand ku 226 çete di nav de 36 jin hene ku beşdarî sûcên qetilkirin û qaçaxiyê bûne, girtin. Her wiha QSD'ê duyemîn mezintirîn depoyên DAIŞ'ê li gundê Qeyrewan ê başûrê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di 28'ê Îlonê de destser kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku wan planeke terorîst a êrişkirina Kampa Holê têk bir ku malbatên DAIŞ`î tê de hene. Ev yek xetereya DAIŞ`ê ya li ser herêmê teqez dike ji ber ku şaneyên wê li herêmê belav bûne.

`NE JI QSD'Ê BA, HERÊM DÊ LI PÊŞ XETERIYEKE MEZIN BA`

QSD 'ê opersyonên xwe li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên li herêmê, ji dema ku di 2019'an de tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve li Baxozê ragihaniye, didomîne. Her wiha şêniyên Til Hemîs piştrast kir ku ne ji QSD'ê ba herêm dê li ber metirsiyeke mezin ba.

Welatiyê bi navê Yusif El Mehos ê ji gundê El-Meslose diyar kir ku heke hêzên leşkerî depoya cebilxanê ya DAIŞ'ê li herêmê desteser nekiriba, herêma Til Hemîs tevî gundên wê û Bakur û Rojhilatê Sûriye dê li hember xeteriyeke mezin bûya.

El Mehos anî ziman ku desteserkirina çekên DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve bi hevkariya şêniyên herêmê, gaveke erênî ye ku ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.  Her wiha diyar kir ku bi yekitiya şênî û hêzên leşkerî dikarin xetereya li dijî herêmê, tune bikin.

HEVGIRTINA BI HÊZÊN LEŞKERÎ RE, MISOGEROYA TÊKBIRINA XETERIYA DAIŞ'Ê YE

Şêniyê ji navçeya Tirbespiyê Reşad El Xenam bal kişand ser hewldanên DAIŞ'ê ku hewl dide xwe li herêmê vejîne û got:" Şaneyên DAIŞ'ê her dem hewl didin ku xwe li herêmê vejînin, piştî ku ew rastî derebeyên mezin hatin û li kampa Holê têk çûn, hewl dide bi rêya şaneyên veşartî xwe vejîne. Desteserkirina depoya herî mezin a çekan a DAIŞ`ê li gundê Qeyrawan ê Til Hemîsê vê yekê îsabat dike."

El Xenam bang li şêniyên herêmê kir ku bibin yek û hevkariya hêzên leşkerî û ewlehiyê bikin da ku planên terorîst ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê derbe bikin, têk bibin.

`Heke Plana Xwe Pêk Bianiya Dê Jiyana Me Di Metirsiyeke Mezin De Baya`

Şêniya bi navê Şaha Osman a ji gundê Micîrînat îşaret bi xeteriya DAIŞ'ê li herêmê kir û anî ziman ku heke şaneyên DAIŞ'ê bi van çekan planên xwe pêk banîna, dê jiyana tevahiyan di xeteriyê de ba.

Şaha Osman gotinên Reşad El-Xenam teqez kir ku divê şêniyên herêmê bi hêzên leşkerî re li dijí xeteriya DAIŞ'ê bibin alîkar. Her wiha diyar kir ku ji bo têkbirina planên li dijî herêmê, ewlehî û aramiya wê, divê bi hêzên leşkerî re bibin yek.

 

 (dm)

ANHA