24 SALÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ- 1

24 SALÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ- 1
5 cotmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî, rêber Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Rêber Ocalan di sala 2009’an de di hevdîtina xwe ya li gel parêzeran de rewşa xwe ya li wir wek bi dehan caran bê bidarvekirin, pênase kiribû. Roj bi roj rewşa wî ya tenduristî û şert û mercên girtîgehê xirabtir bûn. Ji 25’ê Adara 2021’an ve der barê rewşa wî de tu agahî nîn in.

9'ê Cotmeha 1998'an roja ku Komploya Navneteweyî dest pê kir, rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê hate derxistin. Di 15'ê Sibata 1999'an de bi beşdarbûna zêdetirî 50 dewletan rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin û dîl hate girtin. Rêber Ocalan ev 24 sal e li dijî hemû êrişên fîzîkî û psîkolojîk ên di nava tecrîda girankirî ya li 'Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê' de li ber xwe dide. Pêşî lê tê girtin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Piştî 8 salan di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbû bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di 25'ê Adara 2021'an de axaftina wî ya bi telefonê ya bi birayê wî Mehmet Ocalan re bi 3-4 deqeyan hat sînorkirin û hate qutkirin. Ji wê demê ve tu agahî jê nayên wergirtin û hevdîtin tên astengkirin.

Rêber Ocalan di 17’ê Mijdara 2009’an de ji hucreya 3-4 metreçargoşeyî hat derxistin û di hucreya 6-7 metrekareçargoşeyî de hat bicihkirin û di hevdîtina li gel parêzerên xwe de behsa şert û mercên tecrîda girankirî û rewşa tenduristiya xwe kiribû. Di sala 2009'an de tenê 11 caran parêzeran ji bo ku rewşa tenduristiya muwekîlê xwe û tecrîda girankirî bizanin, hevdîtin kirin. Derket holê ku piştî Gulana 2010'an kontrolên bijîşkan ên rojane hatine rawestandin.

Tecrîda girankirî ya li girtîgeha Îmraliyê ku rêber Ocalan wek beşa herî girîng a komploya mezin a Gladyoyê nirxand û tecrîd roj bi roj bi roj girantir bû. Bi vê sîstema ku li dijî rêber Ocalan 24 sal e tê meşandin, dixwazin mirina manewî çêbe ku wek mirineke bêdeng tê pênasekirin. Tecrîda mutleq ji aliyê desthilata AKP/MHP'ê ve jî tê girankirin û tecrîd û binpêkirina mafan roj bi roj zêde bûn.

Rêber Abdullah Ocalan di sala 2009'an de di hevdîtina li gel parêzerên xwe de, şert û mercên girtîgehê û rewşa xwe ya tenduristiyê nirxandibûn.

'EV DER PROJEYA CPT Û DMME'YÊ YE'

 Rêber Ocalan diyar dike ku girtîgeha nû ya ku lê dîl hatiye girtin, ji aliyê CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye pêşniyarkirin. Rêber Ocalan dibêje di heman demê de berpirsyariya CPT û DMME’yê ye ku di nava şert û merên wiha de tê ragirtin û wiha diyar dike: "Ev der projeya wan e. Min rapora ku li ser şert û mercên xwe yên li vir amade kir, beriya niha ji CPT û DMME’yê re, şand. Di vê raporê de min diyar kir ku divê şert û mercên min ên li vir bên sererastkirin. Divê berpirsyariyên wan bînin bîra wan, min ji CPT û DMME’yê re got 'Hûn ji vê rewşê berpirsyar in, berpirsyariya xwe bi cih bînin, mafên ku we mîsoger kirine biparêzin'. Her wiha li hemberî ew qas binpêkirinan, divê parêzvanên mafên mirovan û hemû derdorên hesas banga 'rewşa Ocalan rave bikin' bikin. Divê bikarin bêjin, 'li wir çi diqewime?', divê ji raya giştî re daxuyaniyeke zelal bixwazin. Divê ji CPT'yê were xwestin ku şaşiya ku kiriye berovajî bike û were xwestin ku şert û merc werin sererastkirin. Divê bên vê derê bibînin û lêkolîn bikin, ev erka wan e. CPT bi xwe jî berê hatibû, lêkolîn kirin. CPT'yê bi xwe got divê min veguhêzin Tîpa F'yê û avakirina girtîgeha Tîpa F'yê û çêkirina şertên Tîpa F'yê divê pêk were, ev yek di rapora wan de hene. Ev hemû CPT’yê xwestin. Ji min re gotin ku şert û mercên min ên li vê derê dê ji berê baştir bin, lê belê yek jî nebû. Şert û mercên min xerabtir bûn. Divê werin vê derê û berhema xwe bibînin. Nikarin me bixapînin, divê hewl nedin me bixapînin. Ez di 17’ê Mijdarê anîm vir. Ev derbeyek e. Ez anîna xwe ya vê derê wek derbeyekê dinirxînim, ez vê wek derbeya 17'ê Mijdarê pênase dikim."

'EZ NÎV MIRÎ NÎV XERIQÎ ME'

Rêber Ocalan balê dikişîne ser pirsgirêkên tenduristiyê ku roj bi roj girantir dibin û dibêje: "Ji ber pergala hewayê ya ku li vir hatiye sazkirin, ez nikarim nefesê hildim. Bêhna min diçike, ji ber ku odeya min bê hewa ye. Xwînbûyîna di qirika min de dewam dike. Jixwe sinûzîta min hebû, demax û qirika min diêşin û dixurin. Ev êş roj bi roj girantir dibin, her roj girantir dibin. Ez nikarim nefesê hildim. Ez dema nefesê hildidim gelek zehmetiyê dikişînim. Rewşa min ji ber şert û mercên li vir girantir dibe. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê bi rewşa li vir ve girêdayî ne. Nizanim êdî dê çi bibe, çawa bibe. Nebûna hewa bandorê li hemû fonksîyonên min ên bedenî dike. Tê zanîn ku hucreyên mêjî yên mirovên bê hewa dimînin, dimirin. Ez jî wisa hîs dikim ku hucreyên di mêjiyê min de ji ber tunebûna hewayê dimirin. Dibe sedema serêşê. Ev yek konsantrasyonê nahêle. Ev rewşeka pir acizker e ku bandorê li fonksiyona mêjîyê min dike û wekî rewşeke nîv mirî, nîv xerîqî ye. Ez li vir nîv xeriqî, nîv mirî dijîm. Ez nizanim dê çi qasî vê ragirim, di nava van şert û mercan dê çi qasî mirov dikare bijî.”

'JI BER ŞERTÊN HEWAYÎ BÊHN LI MIN DIÇIKE, DIKIM BIFETISIM'

Rêber Ocalan bandora tecrîdê ya li ser rewşa tenduristî û psîkolojîk wiha rave dike: "Ez li cihekî yekqat im, bi qasî 6-6,5 metreçargoşe fireh e, tuwaletek pê ve çêkirine, lewma di nava hev de ne. Nivîneke min heye ku li ber dîwarî ye. Bi dîwêr ve ye. Di navbera dîwarê din û nivînên min de mesafeyeke pir teng heye. Di navbera dîwar û nivîna min da hema bêje bi qasî ku mirovek derbas bibe mesafeyek heye. Bi qasî çend gavan e. Ez di vê mesafeya teng re têm û diçim. Cihekî pir teng e. Pergala hewayê ya odeya ku ez lê dimînim, pir xerab e. Ez nikarim nefesê hildim. Pencereya hewayê ya odeyê pir bilind e, nêzî banî ye, li asîman dinêre, tê de têl hene, ez tenê asîman dibînim. Bê guman ketina hewayê di vê pencereyê re ber bi hundir ve ye, ji bilindahiyê tê. Ev fişarê li jêra odeyê de çêdike û jêra wê bê hewa dihêle. Ji ber ku ez li nêzî erdê dimînim, bi taybetî jî dema ez radikevim bandora neyînî ya vê fişarê li min dibe. Fişar nefesa min pir zehmet dike, hema bibêje min difetisîne, mîna giraniyek bi ser min de hildiweşe. Ev jî bêhna min pir teng dike, nikarim nefesê hildim. Dema radizêm bêhna min teng dibe, ez nikarim nefesê hildim. Ez gelek caran ji xewê hişyar dibim ji ber vê yekê. Serê xwe ji nav nivînan derdixim û ditewînim da ku di nav nivînan de nefesê hildim. Dema ku ez vê dikim, tenê dikarim di nav nivînan da hinekî nefesê hildim. Dîsa bi vî awayî divê ez nîv xeriqî di nava nivînan da rakevim. An ez dikarim bi vî awayî xwe bitewînim û nefesê hildim, an jî ez radibim û nêzî cihê hewadarkirinê dibim û hewl didim nefesê hildim. Ev yek jî xewa min diherimîne.”

'YAN EZ Ê RAKEVIM YAN JÎ JI BO KU NEFESÊ HILDIM DIVÊ HIŞYAR BIM’

Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Li cihê berê min bêhn li ber camê digirt, min dikarî hewa hildim.” û destnîşan dike ku di hucreya 6-7 metreyî de derfeteke wisa jî nîn e û wiha lê zêde dike: "Valahiya hewayê, pencere biçûk û bilind e. Ev rewş bandorê li hemû fonksiyonên min ên jiyanî yên li vir dike. Dema ez radizêm, xwe aciz û bêhnteng hîs dikim. Ji ber vê yekê ez dê yan razêm an jî ji bo ku nefesê hildim hişyar bimînim. Ji ber nefesê bêhnê ez gelek caran ji xewê hişyar dibim û neçar dimînim bimeşim. Dema ez li cihê xwe yê berê bûm, ji CPT’yê bijîşkek hatibû û haya wî jê hebû. Wî got ku nerehetîya min û nefesa min ji ber hewayê ne. Wî ji min re digot dema ku ez rakevim divê ez nêzî pencerê bim û serê xwe ber bi pencereyê ve dirêj bikim. Jixwe ez li wê derê wisa radiketim. Jixwe li cihê ku ez lê dimam nivînên min nêzî pencereyê bûn. Çawa ji min re hate gotin, min wisa kir, kêm be jî nefesa min hinekî bi rêk û pêk bûbû. Wî bijîşkî bi vê rewşê dizanî û tespîtên wî rast bûn. Wan jî hin tedawî kirin, lê ev tedawî bi dawî nebûn."

'REWŞA MIN A LI VÊ DERÊ MERHELEYA JI SEDÎ 25’Ê MIROVEKÎ DARVEKIRÎ YE'

 Rêber Ocalan diyar dike ku roj bi roj tenduristiya wî xirabtir dibe û dibêje: "Çawa ku di dema darvekirinê de zindanî bi rengekî bêhêvî li ber xwe didin, berî nefesa xwe ya dawîn tê dikoşin, rewşa min jî bi vî rengî ye. Wekî ku hûn jî dizanin, di dema darvekirinê de berteka pêşîn firikîna laş e. Ev ji sedî bîst û pêncê wê pêvajoya mirinê ye û piştre qonaxa din a mirinê temam dibe. Lê berteka yekem a mirovekî li ber darvekirinê, ev ji sedî bîst û pênc merheleya firikînê ye. Rewşa min a li vir êdî ew merheleya mirovekî ye ku ji sedî bîst û pênc tê darvekirin. Destên min difirikin, li her dera laşê min firk hene. Ev firk diêşînin. Tevgerên bêhemdî hene. Ev reaksiyona bedenê ya fîzîkî ye, refleksa wê ye. Ev firk gelek caran çêdibin û roj bi roj zêde dibin. Carinan dema ku radizêm di laşê min da ev firk hene û carinan jî dema ku li ser pêyan im. Ev firk jiyana ji sedî 25 a kesekî ku ber bi darvekirinê ve diçe, dinimînin. Tê zanîn ku Sedam di dema darvekirinê de di nava 3 deqeyan de mir. Rewşa min a li vir, rewşa ku her roj bi dehan caran bi wî rengî têm darvekirin. Ez ji darvekirinê natirsim. Ez firka 3 deqeyan a ku hat serê Sedam, her roj bîst û çar saetan tecrube dikim.”

‘BANDORA MIRINA MIN DÊ GIRAN BE, KAOS DÊ BIQEWIME’

Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke dîrokî li dijî tecrîda girankirî dimeşîne û hişyariyê dide ku ger jiyana wî bi dawî bibe, dê pêvajoyeke gelekî bixwîn dest pê bike û dibêje: “Li kêleka odeya min cihê hewadarkirinê heye, cihekî biçûk e. Lê ez dikarim paş û pêş sê-çar gavan herim werim û tenê ezmanan bibînim, ew jî bi têlan girtî ye. Her wiha li vir dengê jeneratorê heye. Dengek pir acizker e. Rojê bîst û çar saetan dixebite. Tê zanîn ku Menderes jî gotibû ji vê qerebalixê ne rehet dibe, Avnî Ozgurel di nivîseke xwe de li ser vê meseleyê sekinîbû. Îmralî giraveke dîrokî ye. Vê derê şert û mercên xwe hene, giravek e ku şahidî ji dîrokê re kiriye. Tê zanîn ku yên li vir dimînin çi qasî zehmetî kişandin. Şert û mercên xwe yên avhewayê hene. Her wiha tê zanîn ku Menderes tevî ku tenê bîst û çar saetan li vir ma jî nikarîbû li ber xwe bide. Ez 11 sal e li vir im, hewl didim li ber xwe bidim. Eger baweriyeke min a gelekî xurt nebûya, min ê ji bo çalakiyên wekî xwekujiyê hewl bida. Hevalên wekî Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş çalakiyên rojiya mirinê kirin. Li hemberî berxwedana hêja ya wan hevalan hurmet û berpirsyariyeke min heye, berpirsyariyeke min ji gel re heye. Heke baweriyeke min a gelekî xurt û mezin bi van nirxan nebûya, min ê ew qasî nekariya tehemûl bikira û ji bo çalakiyên wekî xwekujiyê hewl bida. Helbet dibe ku her kêliyekê ez li vir bimirim. Bandora mirina min dê pir mezin be, bibe kaos. Piştî mirina min dê pêvajoyên pir bixwîn û tevliheviyên mezin çêbin. Ez her roj li vir ji bo berpirsyariyên xwe jiyam, ji bo gel tê dikoşim. Lewma jî têkoşîn û jiyana min a birûmet dê her tim ji bo gel be."

ANHA