‘Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze gel û Rêbertî ji hev dûr bixe’

Şêniyên bajarê Qamişloyê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze gel û Rêbertî ji hev dûr bixe. Em ê heta dawiyê tê bikoşin da ku tecrîdê bişikînin, ji ber ku em şagirtên Rêbertî ne.”

‘Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze gel û Rêbertî ji hev dûr bixe’
6 cotmeh, 2022   04:50
QAMIŞLO –DELÎLA GABAR-XELÎL BOZO

Tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bê navber dewam dike. Li hember tecrîdê jî bertek zêde dibin û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rêber Ocalan têne şermezarkirin. Şêniyên Qamişloyê tecrîd şermezar kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Mihemed Xêr Elîka li ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan axivî û got: “Em xwediyê vê tevgerê ne, tecrîda li ser Rêbertî her ku diçe girantir dibe, va ye bû 18 meh tecrîd bê navber didome. Ev 24 sal e bi berxwedaneke bêhempa rêber Ocalan li ber xwe dide. Em jî wek gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê bi vê berxwedanê dibin xwedî hêvî û bawerî.”

Mihemed Xêr wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi vê tecrîdê dixwaze gel û Rêbertî ji hev dûr bixe. Dewleta Tirk bi tank û topên xwe gelê herêmê û çiyayêm azad dike hedef. Em ê heta dawiyê tê bikoşin da ku tecrîdê bişikînin, ji ber ku em şagirtên Rêbertî ne.”

Mihemed Xêr Elîka wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana rêber Apo biparêzin, dema ku em hemû destê xwe bikin yek, dê ev tecrîd bê şikandin û Rêbertî di nava me de bijî.”

Cemîl Ehmed jî got: “Rêbertî temsîla gelê Kurd dike û aştîxwaz e. Fikir û felsefeya Rêbertî li dijî dewletên hegemon e. Ji ber vê yekê dewletên hegemon Rêbertî ji mafê hêviyê bê par dihêlin. Rêbertî şoreşek li dar xistiye û li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.”

Cemîl Ehmed di dawiyê de wiha got: “Em ê heta azadiya rêber Apo li ser pêyan bin, ji bo azadiya Rêbertî dê têkoşîna me dewam bike.”

Her wiha Ezîze Çolo jî diyar kir ku tecrîd komployeke navneteweyî ye û wiha axivî: “Em wek gel vê tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikin. Ev bû 18 meh parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê banga mafên mirovan dikin ku em rewşa rêberê xwe bizanin.”

Ezîze Çolo wiha axaftina xwe domand: “Ew qas sal em blindest bûn, Rêbertî em ji bindestiyê xilas kirin û azad kirin. Em hemû pêkhate li dijî vê tecrîdê disekinin, em azadiya rêberê xwe dixwazin.”

Ezîze Çolo di dawiyê de got: “Em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe dixwazin, ji ber ku rêberê me bi fikrên xwe azad e. Ger rêberê me neyê azadkirin, em wek gel ne azad in.”

ANHA