​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2022`YAN
5 cotmeh, 2022   23:00

Meclisa navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, têkildarî komploya navneteweyî sinevizyonek li navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan dide pêşandan, saet di 10:00`an de. Di heman çarçoveyê de PYD`ê li Tirbespiyê li nivîsgeha xwe semînerek li dar dixe saet di 11:00`an de. Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo jî, ji bo şîrovekirina komployê li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo panelek li dar dixe saet di 16:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Jinelojiyê ya Tebqayê ji bo qetilkirina aktîvîst Nagîhan Akarsel şermezar bike, daxuyanî dide saet di 9:00`an de, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiyê li pêşiya navenda xwe ya li Qamişlo daxuyanî di heman çarçoveyê de dide saet di 10:00`an de, Kongra Star a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ji bo heman mijarê, xwepêşandan li dar dixe ku ji qada geracê ya navçeyê destpê dike saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya kovendanê ya ji bo şermezakirina qetilkirina aktîvîst Nagîhan Akarsel li Hesekê li dar ketiye, didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Aboriyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya civîna xwe ya salê li nivîsgeha kombûnê ya li Reqayê li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşxaneyeke giştî li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê vedike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqa, ji bo hişyarkirina ciwanan ji xetereyên koçberpiyê panelek bi dirûşma Em ê welat û şoreşê xwe biparêzin li hola civînan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şermezarkirina şerê taybet ê ku li dijî gelên herêmê û ciwanan tê meşandin, çalakiya otobusa gerok heta 3 rojan li dar dixe. Otobus sibe ji bajarê Minbicê bi rê dikeve û dê li gundewarên bajêr û keleha Necim bigere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî, rêber Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Rêber Ocalan di sala 2009’an de di hevdîtina xwe ya li gel parêzeran de rewşa xwe ya li wir wek bi dehan caran bê bidarvekirin, pênase kiribû. Roj bi roj rewşa wî ya tenduristî û şert û mercên girtîgehê xirabtir bûn. Ji 25’ê Adara 2021’an ve der barê rewşa wî de tu agahî nîn in. (BI WÊNE)

Şêniyên bajarê Qamişloyê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze gel û Rêbertî ji hev dûr bixe. Em ê heta dawiyê tê bikoşin da ku tecrîdê bişikînin, ji ber ku em şagirtên Rêbertî ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Til Hemîs diyar kirin ku heke QSD`ê duyemîn mezintirîn depoyên çekan ên DAIŞ'ê li gundê Qeyrewanê destser nekiriba, herêm dê li pêşiya xeteriyeke mezin bûya. Her wiha piştrast kirin ku ew bi hêzên leşkerî û ewlehî re dibin alîkar da ku li hember şaneyên DAIŞ'ê bisekinin û tevahî planên wan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîna însiyatîfên din ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatine ragihandin û bi bin ketine, Urdunê, însiyatîfeke erebî ya nû di bin navê Bidawîkirina şerê li Sûriyê ragihand. Hevserokê MSD`ê Riyad Derar got ev însiyatîf ji bo aloziya Sûriyê nabe çareseriyeke siyasî ya giştî, li gel nakokiya di navbera hêzên derve, hebûna dagirkeriya Tirk û terorê li Sûriyê. Her wiha destnîşan kir ku çareserî bi tevlêkirina hemû hêzên siyasî yên çalak ve girêdayî ye. (BI WÊNE)

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsyayê li hember bombebarankirina kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li hikumeta Şamê kir ku li hember destdirêjiyên dewleta Tirk ên domdar li dijî axa Sûriyê, xwedî helwestên pratîk be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Li ser qetilkirjna jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê serhildanan dest pê kir û pêl bi pêl berbelav bûn. Ev serhildan piştî serhildanên ku rejîma şah têk bir, serhildanên herî berfireh û domdar in. Di roja xwe ya 18’an de, tevî ku zêdetirî 240 hati kuştin û zêdetirî hezar birîndaran jî li 156 bajaran xwepêşandan dewam dikin. Sîstema Îranê ya yekperest û mezhebperest diheje.

JIN

Jinên Kurd li dijî zihniyeta dagirker û şovenîst, bi redkirina jiyaneke bêwate li ser xakeke di bin dagirkeriyê de, xwedî feraseteke kûr a têkoşîna ber bi azadiyê ve ne. Gelekan ji wan bedena xwe kirine çavkaniya azadiyê. Jinên ji Rojava dibêjin ku şehîdên fedaî yên mîna Zîlan, Arîn, Rûken û Sara wê bibin kilîta azadiya gelê Kurdistanê.

CIVAK Û JIYAN

Cotkarên pembo yên Reqa û rojhilatê Dêrazorê diyar kirin ku ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve,  berhema îsal a pemboyê pir kêm e ku lêçûna çandina wê jî dernaxe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Enerjî û Peywendiyê ya Herêma Cizîrê careke din kehrebe gihand 3 gundên navçeya Şedadê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA