Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina sûcên li dijî jinan bi meşaleyan derketin xwepêşandanê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarên wê bi meşaleyan derketin xwepêşandanê û êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û sûcên li dijî jinan, şermezar kir.

Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina sûcên li dijî jinan bi meşaleyan derketin xwepêşandanê
5 cotmeh, 2022   20:32
MINBIC

Xwepêşandan ji çarxerêya El-Mîzan a rojavayê bajêr dest pê kir û ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li navenda bajêr ve dewam kir. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên herêmê tev li xwepêşandanê bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/05/180856_mtyah-mhmd-28129-.webp

Li pêşiya navenda ciwanan, rêvberiya Tevgera Ciwanên Minbic û gundewarên wê Motîa Mihemed daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê, em hemû kiryarên dermirovî wek kuştin, koçberkirin û diziyê yên ku dewletên kapîtalîst li dijî herêmê pêk tînin, bi tundî şermezar dikin.

Mirovê azad tu carî van kiryaran ne li xwe û ne jî li gelê xwe qebûl dike, ji ber rêber Ocalan vê rastiyê nas dike, projeya neteweya demokratîk a ku mafê jinê û ciwanan misoger dike diyarî me kir, ev proje alternatîfa pergalên kapîtalîst e, ji ber ku dewletên kapîtalîst girîngiya projeya neteweya demokratîk ji bo gelê herêmê û Rojhilata Navîn nas dike.

Ji ber wê jî komploya li dijî rêber Ocalan bi rêya hedefgirtina kesayetên têkoşer û pêşeng ên civakê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, heta niha didome.

Hedefgirtina aktîvîsta jineolojiyê Nagihan Akarsal li Silêmaniyê jî, dide diyarkirin ku dijminê hov hewl dide jinan ji şoreşa wan a li dijî zilm û tundiyê dûr bixe, lê belê ew hêza jinên azad a li ser bingeha fikrê rêber Ocalan nas nakin, ev îradeya ku kes nikare wê têk bibe, her wiha me çalakiya fedayî ya hevrêyên me “Rûken û Sara” ya ku ji bo bidestxistins azadiyê pêk anîne, dît.

Em wek ciwanên Minbicê ji dagirkeriya Tirk re dibêjin em li hember van kiryaran bêdeng namînin û em ê her hewldanên wan têk bibin. Li ser vê esasê em soz didin rêber Ocalan û şehîdên azadiyê ku heta pêkanîna azadî û serkeftinê û bidawîkirina xayînan em ê ji şopa wan venegirin.”

(dm)

ANHA