​​​​​​​Muxalif Silêman Hewarî: Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye

Muxalif Silêman Hewarî yê ji Îtîlafa Alternatîf (bedîl) di civîneke çapemeniyê de got tecrubeya Rêveberiya Xweser, serkeftî ye û çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye û wiha domand: “Li van herêman, ez pê nehesîm ku cudaxwaz im mîna ku gelek îdia dikin.”

​​​​​​​Muxalif Silêman Hewarî: Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye
5 cotmeh, 2022   16:24
REQA

Îtîlafa Alternatîf (Bedîl) îro li pêşiya Navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Reqayê civîneke çapemeniyê bi beşdariya gelek dezgehên çapemeniyê li dar xist.

Îtîlafê, piştî ku serdana gelek herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zanîngeha Rojava û saziyên xizmetguzarî kir, ev civîn li dar xist.

Di civînê de, muxalifê siyasî, Dr.Silêman Hewarî axivî û got: “Em li herêmê geriyan, me rewşa xizmetguzarî û civakî şopand. Ev rêveberî, şaristaniyeke demokratîk a nû li dar dixe. Me serdana Zanîngeha Rojava û Navenda Firat a Lêkolînên Stratejîk (NRLS), navenda Heyva Sor û hemû saziyên Rêveberiya Xweser kir. Ji me ve diyar bû ku ev tecrubeyeke serkeftî ye.”

Hewarî wiha domand: “Herêm deriyên xwe ji hemû sûriyan re vekirî ye ku dixwaze di avakirina vê tecrubeya nîştimanî de cih bigire. Ev tecrube, sûrî ye ne asûrî yan jî suryanî yan jî kurdî yan jî erebî ye. Hevserokatî û Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya vegera li aliyê mirovî, civakî ye û parastina yekitiya Sûriyê.”

Hewarî destnîşan kir ku dema li herêmê geriya pê nehesî ku cudaxwaz e mîna ku gelek îdia dikin û got: “Em bi çareseriya siyasî ya ji bo hemû Sûriyê re ne. Em ne bi rakirina çekê re ne. Rêveberiya Xweser tecrubeyeke serkeftî ye. Ne tenê li herêmê lê belê li Dera, Idlib, Hema û Himsê. Ev tecrube, serkeftî ye û misogeriya yekitiya Sûriyê û bidawîkirina dîktatoriyê ye.”

Hewarî wiha pê de çû: “Li herêmê geriyam, min li tu malekê şûnên guleyan nedît, min dengê guleyan jî nebihîst. Tenê ev deng li herêmên sînor hebû. Xebatên xizmetguzarî li herêmê tên kirin. Ji 2015`an ve cudahiyeke mezin li herêmê çêbûye. Pêwîstiya Sûriyê bi biryareke siyasî û tecrubeyekê heye. Divê em destê xwe dirêjî vê tecrubeyê bikin. Em nikarin bifikirin ku cudaxwaz bin. Ji ber Rêveberiya Xweser, tecrubeyeke serkeftî ye. Ereb, suryan, asûr û hemû pêkhateyên herêmê bi hev re di bin banê de kar dikin. Madem birêxistinbûyîn heye, wê demê kar berdewam dike.”

Der barê QSD`ê de Hewarî got: “Armanca avakirina vê hêzê, parastina ewlehiya navxweyî û çareserkirina aloziya Sûriyê ye, ne şerkirin e. Pirsgirêka van herêman ji derveyî Tirkiyê bi dewletên cîran re tune ye. Ev hêza leşkerî çekê xwe li dijî sûriyan bi kar neanî û em jî dixwazin welatekî ava bikin.”

Di dawiyê de Hewarî spasiya fermandariya giştî ya QSD û MSD`ê kir û hêviya serkefitnê ji wan re xwest.

Paşê, dezgehên çapemeniyê pirsên xwe yên têkildarî nêrîna wan der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser de arasteyî Hewarî kirin û wî jî wiha bersiv da: “Rêveberiya Xweser, wek sazûmaniyeke birêxistinkirî serkeftî ye û çareseriya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.”

ANHA