Yekitiya Mamostan bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê şahiyek li darxist

Îro li bajarê Qamişlo Yekitiya Mamostan bi boneya Roja Mamsoteyan a Cîhanê şahiyek li dar xist û mamosteyên herêma  Cizîrê xelat kirin. Her wiha mamosteyan diyar kir ku ev sala wê baş derbas bibe û nifşên nû bigihînin.

Yekitiya Mamostan bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê şahiyek li darxist
5 cotmeh, 2022   15:08
QAMIŞLO

Şahî bi beşdarbûna Meclisa bajarê Qamişlo û navçeya Qamişlo, Zanîngeha Rojava , Yekitiya Mamosteyan a herêma Cizîrê , koma govend, stranan û bi sedan şeniyên bajarê Qamişlo beşdarî şahiyê bûn.

Di şahyiê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û got: “Em jî ev roja pîroz li tevahî mamosteyan û şagirtan, pîroz dikin. Di dîroka me de ev rojeke dîrokî ye û di dîroka mamostetiyê de helbet watedar e. Di civakê de mamostetî karê herî girîng e û mamoste roleke girîng di nava civakê de dilîze. Mamoste divê rastiya xwe û rastiya civaka xwe nas bike.”

Xerîb Hiso diyak kir ku wê çiqasa mamoste ji bo pêşerojeke geş û zana ya civakê biafrînin, kedeke mezin didin û zarokan bi pêş dixin.

 Xerîb Hiso wiha axftina xwe bi dawî kir: “Mamoste û şagirt ê civakê ne, metaryal ên vê civakê ne, kes nikare wan biguhere. Piştî ewqas zulm û çewisandin, em tu carî rê nadin pergala perwerdeyê were guherit. Em em rastiya xwe nas dikin, em rastiya xwe dibînin, mamoste jî di nava vê rastiyê de tê dikoşe û berxwedaneke mezin nîşan dide. Divê em girîngiyê bidin dibistanan, girîngiyê bidin zarokên xwe  ku ferî çanda exlaq dîrok netew bibin .”

Di şahiyê de şêwermed Yekitiya Mamosteyan Sînan Cûdî axivî û bal kişand ser Roja Mamosteyan a Cîhanê cîhanî û got: “Em îro di nava şoreşe de ne, her roj em bedêlên pir mezin didin. Em di serî de vê rojê li şoreşe xwe pîroz dikin, em li keda şervanên  xwe pîroz dikin, em li xwîna şehîdên xwe pîroz dikin. Em vê rojê li mamosteyên xwe pîroz dikin ku bê westan nifşan digihînin. Keda wan pîroz e û nayê ji bîrkirin.”

Sînan Cûdî axaftina xwe bi dawî kir: “Hemû mamosteyên me ku heya roja îro di xeta neteweya demokratîk de bi israr in û di avakrina nifşan de hemû fedekariyê nîşan didin, ji bo fedekariya wan ez wan spas dikim. Yekitiya Mamostan di nava vê kedê de roleke pir girîng lîstiye, hîn deste çêne bibû û hîn brans nehazir bûn, yekitiyê ava bû. Armanc wê hemû pirsgirêkên şagirt û mamosteyan bi rihê yekitiyê çareser bikin, li ser vê esasê gelek xebat hatin meşandin.”

Di dawiyê de beşdaran li ber stranên koma govendê ya beşdar, xelekên govendê gerandin.

(hh)

ANHA