​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê qetilkirina Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê, şermezar kir

Şêniyên Tirbespiyê derketin xwepêşandanê û qetilkirina endama Akademiya Jinelojiyê li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga bilindkirina asta berxwedanê li hemberê êrişên dewleta Tirk kir.

​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê qetilkirina Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê, şermezar kir
5 cotmeh, 2022   13:41
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbêspiyê ya Qamişlo, îro derketin xwepêşandanê û qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û xwestin ku hesab ji sûcdaran were xwestin.

Xwepêşandêr li pêşiya Navenda Perwerdeyê ya navçeyê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir û li pêşiya avahiya Kongra Star a rojhilatê navçeyê rawestiyan.

Li pêşiya avahiya Kongra Star Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Xaliye Ehmed axivî û destnîşan kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê şehadeta têkoşerên Kurd e, ji ber ku ew yekser bi dewleta Tirk re dibe alîkar û agahiyên istîxbaratî dide wan.

Xaliye Ehmed diyar kir ku êrişa li Silêmaniyê pêk hatiye, tevahî jinên azadîxwaz dike hedef û armanc dike ku vîna jina azad bişkîne.

Xaliye Ehmed bang li tevahî jinan kir ku asta berxwedana xwe li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî wan, bilin bikin û piştrast kir ku van êrişan îsrara wan a berxwedan û têkoşînê zêde dike.

Xaliye Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî, rêxistinên jinan kir ku dev ji bêdengiya xwe berdin û hesabê ji dagirkeriya Tirk bixwazin, ji ber sûcên ku pêk tîne.

(dm)

ANHA