​​​​​​​Ji tirsa ku ew frotine hikumeta Şamê: 4 serçeteyên dagirkeriya Tirk ji Girê Spî reviyan

Di vê hefteyê de 4 serçeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ji Girê Spî ya dagirkirî reviyan, nexasim piştî daxuyaniyên berpirsên Tirk têkildarî nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re.

​​​​​​​Ji tirsa ku ew frotine hikumeta Şamê: 4 serçeteyên dagirkeriya Tirk ji Girê Spî reviyan
5 cotmeh, 2022   13:51
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih dan zanîn ku 4 serçeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên “Polîsa Leşkerî, Polîsa Sivîl, Hêzên Antî Teror” piştî ku mal û milkên koçberan ên ku dizîbûn firotin, reviyan Ewropayê ber.

Çavkaniyan ragihand ku seçeteyê “Polîsa Sivîl” Elî Qezaz, serçeteyê “Yekîneya Antî Teror” Casim Ehmed Hesûn û serçeteyê Polîsa Leşkerî Mihemed Elî Îsa û berpisê lojistîkê yê Polîsa Leşkerî Xelîl Elî Îsa reviyane Ewropayê.

Tê zanîn ku piştî daxuyaniyên berpirsên Tirk têkildarî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, gelek serçeteyên dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî direvin.

(mh)

ANHA