​​​​​​​Rejîma Îranê Balekayetî û Biradostê car din topbaran kirin

Di roja 12’an de rejîma Îranê Herêma Biradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê topbaran dike, ji ber êrişê zêdetirî 500 cotyar û lawirvanên li herêmê malên xwe berdane.

​​​​​​​Rejîma Îranê Balekayetî û Biradostê car din topbaran kirin
5 cotmeh, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro di roja 12’an de carek din rejîma Îranê Herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike.

Îran bi dijwarî zozanên Berbizinan û Bin Perêz topbaran dike. Gorî agahiyan heman wextî de Îran çiyayê Helgurd jî topbaran dike. Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bidestxistin.