Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza şopandina rêya şehîd Nagîhan Akarsel da

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li jinan kir ku li hemberî neheqî, tundî û zilma li ser jinan tê meşandin bibin yek û dawî li hedefgirtina jinên çalakvan û têkoşer bînin. Meclisê soz da şehîdên jin ku ew ê ji bo pêkanîna armancên têkoşîna jinan, li ser şopa wan bimeşin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza şopandina rêya şehîd Nagîhan Akarsel da
5 cotmeh, 2022   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (sêşemê), aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat û di encamê de şehîd bû. Kujerê Nagîhan li navçeya Koye dema ku direviya Hewlêrê hat girtin.

Di çarçoveya bertekên şermezarkirina êrişa çekdarî ya li dijî aktîvîsta jin Nagîhan Akarsel û bangên darizandin sûcdaran û eşkerekirina plansazên vê êrişê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi pêşketina meşa rizgariya jinê û avêtina gavên bi hêz ên ji bo misogerkirina mafên xwe û bi berxwedana li dijî her cure tundî, mêtingerî û zihniyeta desthilatdar a di civakên baviksalarî yên hegemonîk de, her wiha di dema ku jinên serdemê ji bo rizgarkirina xwe, civaka xwe û tevahî mirovahiyê, destanên herî xweşik ên lehengiyê dinivîsin, rêjeya hedefgirtina jinên berxwedêr û çalakvanên di astên cihêreng ên têkoşînê de, her ku diçe zêde dibe. Ev hedefgirtin ji bo tepisandina her pêşketinek gengaz a di rizgariya wan de û hewldana vegerandina wan a qeyd û bendên ku ji wan hatine rizgarkirin e.

Piştî hedefgirtina siyasetmedar, rêveber û jinên pêşeng ên qada leşkerî yên Rojava û êrişên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê, bi xiyanetî aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku endama Akademiya Zanista Jinê (Jineolojî) û endama desteya weşanê ya Kovara Zanista Jinê ye, hat hedefgirtin. Ew jî  sibeha roja sêşemê (4'ê Cotmehê), saet 9:30'an ê sibehê li bajarê Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de tev li karwanê rûmetê, karwanê şehîdan bû.

Em sersaxiyê didin hemû jinên Kurd û Kurdistanî û jinên di nava tevgerên rizgariya jinan. Bi taybet di şehadeta Nagîhan Akarsel de em sersaxiyê ji hevalên di Akademiya Jineolojiyê re dixwazin. Em soz didin şehîdên jin ku em ê ji bo bidestxistina armancên têkoşîna jinan, li ser şopa berxwedana wan bin. 

Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî neheqî, tundî û desthilatdariya li ser jinan bibin yek. Her wiha em banga bidawîkirina hedefgirtina jinên çalakvan û têkoşer dikin.”

(hs)

ANHA