​​​​​​​Rêxistinên jinan: Em hedegirtina Nagîhan Akarsel şermezar dikin û soza tolhildanê didin

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cuda hedefgirtina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û bang li jinan li seranserî cîhanê kir ku vî sûcî şermezar bikin û soz da ku dê tola şehîd Nagîhan hilînin.

​​​​​​​Rêxistinên jinan: Em hedegirtina Nagîhan Akarsel şermezar dikin û soza tolhildanê didin
​​​​​​​Rêxistinên jinan: Em hedegirtina Nagîhan Akarsel şermezar dikin û soza tolhildanê didin
​​​​​​​Rêxistinên jinan: Em hedegirtina Nagîhan Akarsel şermezar dikin û soza tolhildanê didin
​​​​​​​Rêxistinên jinan: Em hedegirtina Nagîhan Akarsel şermezar dikin û soza tolhildanê didin
​​​​​​​Rêxistinên jinan: Em hedegirtina Nagîhan Akarsel şermezar dikin û soza tolhildanê didin
5 cotmeh, 2022   13:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî qetilkirina aktîvîsta jineolojî Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kudistanê bi êrişeke çekdarî, îro li seranserî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek daxuyanî hatin dayîn.

Li Reqayê bi dehan endamên Kombûna Jinan a Zenûbya û endamên saziyên sivîl ên Reqayê li gel Çerxerêya Neîm a bajêr kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Zehra El Şelaş daxuyanî xwend. Li Minbicê jî, berdevkê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Yasmîn Qoco bi beşdariya endamên sazî, komîteyên taybet ên jinan û Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê daxuyanî xwend.

Li Helebê jî, bi beşdariya bi dehan jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê endama rêveber a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Rojiyan Hisên li pêş hola Star Layt a li herêma Şiqeyêf a Helebê daxuyanî xwend.

Li navçeya Fafîn a Şehbayê bi beşdariya endamên Navenda Lêkolînên Jineolojiye û endamên Kongra Star a herêma Efrîn, endamên sazî û partiyên siyasî endama navendê Zehîde Mamo û endama navendê Hemîde Xidre daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di encama êrişa çekdarî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê saet di 9:30’an sibeha sêşemê de, endama Akademiya Jinelojiyê û endama edîtoriya Meclisa Jineolojiye Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Em vê êrişa çekdarî ku ji sûcên qetilkirina siyasî ya faşîst û hêzên hegemon li dijî tevahî jinên berxwedêr û têkoşer li cîhanê pêk tîne şermezar dikin.

Em bang li rêveberiya hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku di demeke bi lez de li sûcdarên vê sûcê bigirin. Ev yek berdewama sûcên qetilkirina hovane li dijî Yasîn Bolut, Mihemed Zekî Çelebî û Suheyl Xorşîd e. Ger ev sûcên qetilkirinê nehatin eşkerekirin, dê hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê bikevin bin pêla zêde ya şoreşa jinan.

Nagîhan demeke dirêj di têkoşîna ji bo azadiya jinên Kurdistanê de li ber xwe da. Bi ruhê fedayî tevgera ciwanên zanîngehê û rojnamegeriyê, zanista jineolojiyê bi rê ve bir. Ji salên dijwar ên şoreşa jinan, Şoreşa Rojava de ji bo ku daxmaya jinan li Şoreşa Rojava bixe, di girtîgehan de bi salên dirêj ji bo vê dozê li ber xwe da.

Şehîd Nagîhan kedeke mezin li tevahî Rojava, bi taybet li Efrînê da. Bi lehengî û israreke mezin xebat kir. Kete dilên jinên Şengalê ku rastî hovîtirîn tundiya rêxistina DAIŞ’ê hatibûn, da ku zanista civakê û dîroka wê ronî bike û li van herêman lêkolîneke meydanî kir.

Nagîhan Akarsel endama Akademiya Jineolojiyê bû, bi jinên li Başûrê Kurdistanê re li Nivîsgeha Xebatên Jinan a Kurd û Navenda Lêkolînan a li Silêmaniyê dixebitî. Rastî tundiya faşîst û siyasetên dewletên neteweperest hat.

Di demekê de ku endama akademiya jineolojiyê bi coş, hêz, vîn û îsrareke mezin di jineolojiyê de dixebitî ku çandeke jinan ava bike, Nagîhan Akarsel bi hovîtî û zihniyta hêzên dagirkir hate qetilkirin.

Em ê Nagîhan Akarsel nemir bihêlin. Ew jî bi bilindkirina asta şoreşa jinan li tevahî cîhanê. Nagîhan Akarsel ku bi salan e ji bo afirandina hêzeke zihnî û zanistî ji bo şoreşa jinan ku bandor li tevahî cîhanê bi diruşma "Jin, Jiyan azadî" kiriye, dixebitî. Da ku li dijî zihniyeta faşîst ku bi awayekî hovane jina kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê qetil kiriye, bisekine.

Bi rêya ronîkirina jinan bi zanista jineolojiyê, tevî hebûna zulma zihniyeta faşît û baviksalarî ya hegemon em ê tola hevrêya xwe Nagîhan Akarsel hilînin. Em bang li tevahî jinên şoreşger, demokrat, jinên banga azadiyê dikin, akademisyen dikin ku vê sûîqastkirina siyasî şermezar bikin û têkoşîna li hember dagirkeriyê, mêtîngerî û zulma zihniyeta faşîst bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bilind bikin."

(fr)

ANHA